21:49 23 Cotmeh 2017
Zindî
    ABD- YPG

    Çekên ku Amerîkayê ji YPGê re şandin ji 800 tirî derbas kir

    © REUTERS/ Rodi Said
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 41140

    Rêjeya çekên giran ku Amerîkayê ji bo tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ji YPGê re şandiye nêzî 900 tirî bûye.

    Tirên ku cebilxane û wesayîtên leşkerî barkirî bûn di Deriyê Sêmêlka yê sînorê Herêma Kurdistanê derbasî bajarê Hesekê bû. Di nava konvoyê de Hummerên bi zirx ku artêşa Amerîkayê bi kar tîne, jîpên 4x4 û vîncan jî din av de bal kişand.

    Bi vê teslimata dawî ji sere meha hezîranê ve alîkariya leşkerî ya Amerîkayê ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji 800 tirî derbas bû. Amerîkayê di 5ê Hezîranê de 60, 12 Hezîranê 20, 16ê Hezîranê 50, 21 û 26ê Hezîranê bi tevahî 120, 5ê Tîrmehê 82, 9ê Tîrmehê 102, 13ê Tîrmehê 95, 17ê Tîrmehê 100, 22ê Tîrmehê 100 û di 27ê Tîrmehê de jî 80 tir çekên giran teslîmî YPGê kirin.

    12 HEZAR KELEŞKOF

    Li gorî nûçeya AAyê ku dispêre belgeyeke Wezareta Parastin a Amerîkayê di nava lîsteya çekên ku Washîngton ji YPGê re bişîne de 12 Keleşkof, 3 hezar û 500 tifingên otomatik, 3 hezar RPG-7 û hezar AT-4, 235 topên hawanê, 100 tifingên nîşangir, 450 PV-7 dûrbînên şevê û 150 dûrbînên lazeri jî cih digre.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê çekên giran û wesayîtên zirxî yên nû ji YPGê re şandin
    Serfermandar: Ti kes nikare çekên giran ji Pêşmerge bistîne
    Çekên herî bi bandor ên Artêşa Rûsyayê
    Almanya daxwaza mîqtarên rastîn ya pernameya çekên kimyewî ji Şamê kir
    Generalê rûsî yê berpirsê çekên nukleerî îstîfa kir
    Etîketan:
    Çekên ku Amerîka ji YPGê re dişîne, Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon), YPG, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de