17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump: Em ê meseleya Koreya Bakur çareser bikin

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Serokê Dewlata Amerîkayê Donald Trump piştî civîna kabîneyê ya li Qesra Spî daxuyanî da û tê de ragihand ku dê meseleya Koreya Bakur çareser bikin.

    Serokê Dewlata Amerîkayê Donald Trump piştî civîna kabîneyê ya li Qesra Spî daxuyanî da rojnamegeran û di derbarê ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur de got: "Em ê Koreya Bakur çareser bikin. Dê çareser bibe. Em ê hemû tiştan çareser bikin."

    Ji aliyê din ve Trump di derbarê mijarê de destnîşan kir ku meseleyên polîtîkayên karen derve û Rojhilata Navîn û Koreya Bakur jî di nav de, ‘ji rêveberiya berê wek mîrat' girtiye.

    Hefteya Borî Koreya Bakur îsal cara 14mîn ceribandina moşeka balîstîk kiribû û 2 car jî ceribandina ICBMê (moşeka baîstîk a navberparzemîn) ceribandi.

    Trump, piştî hevdîtina ku Serokê nû yê Serfermandariya Artêşa Amerîkayê John F. Kelly ku bi kabîneyê da nasandin vê daxuyaniyê da û bo John F. Kelly jî got: "Ti gumana min tine ne, dê karê bêhempa bike."

    Bi heman mijarî:

    Trump: Êdî em destûrê nadin ku ev dewam bike
    Qesra Spî: Trump mueyîdeyên nû yên li dijî Rûsya, Îran û Koreya Bakur pesind dike
    Trump bo Koreya Bakur: Dê gavên pêwîst werin avêtin
    'Netenyahû ji zavayê Trump, Kushner daxwaza pevguherîna erdê kir'
    Pûtîn: Nirxandina xebatên Trump ne karê Rûsyayê ye
    Etîketan:
    moşek, ceribandin, çareserî, mesele, daxuyanî, John F. Kelly, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de