05:41 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Keştiya USS Mason a amerîkî

    ‘Fîloya Amerîkayê li Kendava Basrayê bi çekan êrişî keştiya Îranê kir'

    © REUTERS/ Karl Ronstrom/File photo
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 5010

    Li gorî daxuyaniya rêvebiriya Îranê, fîloyên deryayî yên Amerîkayê li Kendava Basrayê bi çekan êrişî keştiyên Mihafizên Şoreşê yên Îranê kirin.

    Fermandariya Deryayî ya Mihafizên Şoreş a Îranê di daxuyaniya xwe de ragihand helîkoptera ku ji keştiya balafira leşkerî ya USS Nimitza Amerîkayê rabû bi çekan êrişî keştiyên me ku li derdora qada xaza siruştî û petrolê ya li Rîsaleta Kendava Basrayê dewriye dikirin kir.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku digel ku hêzên Amerîkayê provokasyon kirin jî keştiyên me guh nedanê êrişê û kare xwe dewam kirin. Paşî keştiya balafirên şer a Amerîkayê bi kruvazora cengî ve ji herêmê dûr ketin.

    Roja sêşema borî jî dîsa li Kendava Basrayê bota Amerîkayê ku dewriye digeriya êrişeke hişyarî li keştiyeke Îranê kiribû, berpirsên amerîkî jî di daxuyaniya xwe de ragihandibûn ku ji ber keştiyên îranî zêde nêzîkî botên me bûn me ew hişyar kirin.

    Bi heman mijarî:

    Îranê Amerîka tehdît kir: Em ê êrişî baregehên leşkerî bikin
    Amerîka ji ber bernameya nukleerî ya Îranê sepandin danî ser Tirkiye û Çînê
    Amerîka li Sûriyeyê balafira ku Îranê çêkiriye xist
    Amerîka: Dema guherîna rejima Îranê hatiye
    Partiyên kurdî li Îranê: Plana Amerîka li hember Îranê zelal nîne
    Etîketan:
    Fîloya Amerîkayê êrişî keştiya Îranê kir, Fermandariya Deryayî ya Mihafizên Şoreş a Îranê, Kendava Basrayê, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de