02:02 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Rex Tillerson

    Tillerson: Ji zêdebûna gefên Koreya Bakur, Rûsya û Çîn berpirs in

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, ji zêdebûna gefên Koreya Bakur, Rûsya û Çînê berpirsyar girt.

    Tillerson di derbarê ceribandina moşeka balîstîk a nû ya Koreya Bakur de daxuyaniyeke weşand û tê de diyar kir ku, "Piştgirên aboriyê ya bernameya pêşxistina çekên nukleerî ya Koreya Bakur, tenê berpirsên zêdebûna gefên li dijî îstîqrara kurewî û herêmî Rûsya û Çîn in."

    Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe ji rojnamegeran re eşkere kiribû ku Koreya Bakur ceribandineke din ya moşeka balîstîk pêk aniye û moşek li herêma aboriya munhasir ya Japonyayê ketiye.

    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê serpêl Jeff Davis jî destnîşan kiribû ku Koreya Bakur moşeka balîstîk ku digihîje navparzemînan û hezar kîlometro menzil dirêj, ceribandiye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Husiyan bi moşeka balîstîk êrişî Erebîstana Siûdî kir'
    Koreya Bakur moşeka balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve pekand
    Rogozîn: Em amade ne hilberîna moşeka balîstîk a 100 tonî bikin
    Koreya Bakur dîsa moşeka balîstîk ceriband
    Etîketan:
    balîstîk, moşek, ceribandin, berpirs, gef, Rex Tillerson, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de