13:31 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Îran Moşek

    ‘Amerîka nahêle Îran bibe gef'

    © AP Photo/ Amir Kholousi, ISNA
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 2420

    Balyoza Amerîkayê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) Nikki Haley ragihand ku rêveberiya Trump rê nade Îranê da bibe gef li ser berjewendî û hevpeymanên wan.

    Nikki Haley derbarê ceribandina mûşekeke nû ji aliyê Îranê ve, daxuyaniyek weşand û got: "Piştgiriya Îranê ya terorîzmê û şkinandina sozên xwe yên derbarê ceribandina mûşena de ji me re dibêje, ku ji Îranê bawer nekin. Ceribandina mûşeka doh careke din ev yek selmandiye."

    Derbarê karvedan û berteka Amerîkayê jî Haley diyar kir: "Di serdema xwe de rêveberiya Trump rê nade Îran bibe gef li ser berjewendî û hevpeymanên wan."

    Balyoza Amerîkayê ya NYê da xuyakirin, ku Îran bi van kiryarên xwe eşkere dike ku ew pabendê rêkeftin û peymanên navdewletî nabe û got: "Heta Îran dest ji piştgiriya terorîzmê bernede û yasayên Civata Ewlekariya NY pêk neyne, sepandina cezayan dê berdewam bin."

    Bi heman mijarî:

    Jay Garner: Divê Amerîka baregeheke mezin a leşkerî li Kurdistanê veke
    Klîntsevîç: Tenê Ewropayeke yekbûyî dikare bersivê bide Amerîka
    Rûsya: Amerîka şantajê dike
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    Etîketan:
    gef, Nikki Haley, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de