08:40 17 Cotmeh 2017
Zindî
    ABD Başkanı Donald Trump, Polonya'da

    Trump bo Koreya Bakur: Dê gavên pêwîst werin avêtin

    © REUTERS/ Kacper Pempel
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ceribandinên moşeka balîstîk a Koreya Bakur çalakiyên gelek xetereye, "Ez vê ceribandinê şermezar dikim û ceribandina rejimê ku bi îdiaya ewlehiya Koreya Bakur pêk tînin qebûl nakin."

    Trump bi daxuyaniyekê nivîskî, ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur nirxand.

    Trump diyar kir ku çalakiya ceribandina moşeka balîstîk gelek xetereye û got: "Ez vê ceribandinê şermezar dikim û ceribandina rejimê ku bi îdiaya ewlehiya Koreya Bakur pêk tînin qebûl nakin. Di rastiyê de berevajî ye. Ev çek bo ewlehiya cîhanê gef e û Koreya Bakur îzole dike, aboriya wê lawaz dike û gelê xwe mexdûr dike. Amerîka bo parastina hevalbendê xwe yên li herêmê û axa Amerîkayê çi hewce be dê pêk bîne."

    Beriya daxuyaniya Trump Serokê Serfermandariya Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford û Fermandarê Hêzên Pasîfîk ê Amerîkayê Oramîral Harry Harris bi rêya telefonê bi Serokê Serfermandariya Artêşa Koreya Başûr Lee Sun Jin re hevdîtin pêk anîn. Hate ragihandin ku fermandaran bijarteya mudexaleya leşkerî nirxandine.

    Bi heman mijarî:

    'Netenyahû ji zavayê Trump, Kushner daxwaza pevguherîna erdê kir'
    Fermandarê amerîkî: Eger Trump fermanê bide ez ê bi moşekên nukleerî li Çînê bixim
    Pûtîn: Nirxandina xebatên Trump ne karê Rûsyayê ye
    Qesra Spî: Dibe Trump pêşnûmaya mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê veto bike
    Trump ji bo transeksuelan biryar da
    Etîketan:
    mudexale, balîstîk, moşek, ceribandin, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de