18:36 20 Tebax 2017
Zindî
    Jay Garner

    Jay Garner: Divê Amerîka baregeheke mezin a leşkerî li Kurdistanê veke

    © Wikipedia
    Amerîka
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (167)
    0 11720

    Generalê Amerîkî Jay Garner ku piştî hilweşandina rejîma Beas a Iraqê, yekem deshilatrdarê sivîl bû, li konferansa “Kurdistan Hepeymana Stratejîk a Amerîka” axivî.

    General Jay Garner got, ‘Pêwîst e bidawîbûna peymana Sykes-Picot were qebûlkirin' û daxwaz kir, Amerîka bargegeheke mezin a leşkerî li Herêma Kurdistanê veke.

    General Jay Garner di panêla ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de wiha axivî: "Kurd dikarin bibin hevpeymaneke stratejîk a Amerîkayê li Rojhilata Navîn. Herwiha pêwîst e Amerîka baregeheke mezin a leşkerî li Kurdistanê hebe, da ku bi vê rêyê Amerîka tekezî li ser piştgiriya berdewam a xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha Herêma Kurdistanê bike."

    Garner herwiha got: "Divê em hemû wê rastiyê bizanin ku Sykes-Picot bi dawî bûye, siyaseta Amerîka û rojava nikare wê guhertinê biguhere ku weke mînak; careke din Sykes-Picot were zindîkirin. Divê em vê rastiyê qebûl bikin ku guhertin bi ser Sykes-Picot de hatiye û dawî pê hatiye."

    Generalê xanenişîn di berdewamê da zanîn, "Divê Amerîka bi stratejiyeke baştir û zelaltir vegere deverê û herwiha alîkariya Herêma Kurdistanê bike."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (167)

    Bi heman mijarî:

    ‘Dê hemû deriyên Mescîd-î Eqsayê bên vekirin'
    Generalê Amerîkî: Kurdistan ji bo Tirkiyê û welatên din ne gef e
    'Eger hewldana derbeyê di 48 saetan de têk neçûya, li Tirkiyeyê şerê naxweyî rû dide
    Kerîm: Piştevanîya referandûmê roj bi roj zêde dibe
    ‘Rûsyayê ti caran hewil nedaye pêwendiyên bi Amerîkayê re xera bike’
    Li Helsînkiyê wesayît da ser qerebalixê: Kesek mir gelek jî birîndar hene
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de