08:04 24 Tebax 2017
Zindî
    Amerîka

    Generalê amerîkî: Divê kurd bi siyasî û leşkerî li hemberî Îranê werin xurtkirin

    © AP Photo/ Luca Bruno
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 16810

    Generalê amerîkî Ernest Audio di axaftina xwe de ragihand ku divê Amerîka li hemberî zêdebûna hêza Îranê li herêmê ji hêla siyasî û leşkerî ve piştgiriya kurdan û Kurdistanê xurt bike.

    Generalê amerîkî Ernest Audio di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Washîngton Postê de got: "Divê Amerîka li hemberî zêdebûna hêza Îranê li herêmê ji hêla siyasî û leşkerî ve piştgiriya kurdan û Kurdistanê xurt bike. Li Rojhilata Navîn tiştê ku Amerîka bike tenê piştgirîdayîna serxwebûna Kurdistanê ye."

    Ernest Audio di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Rêvebiriya Bexdayê bi nexweşiyeke kronîk a Îranê ketiye. Lewma divê Herêma Kurdistanê ji hêla siyasî, îstîsadî, dîplomatîk û leşkerî ve were xurtkirin. Bêyî kurdan ne DAIŞ diqede û ne jî rêxistinên ku li pey wê werin diqedin. DAIŞ ji hêla leşkerî ve têkçû, lê wek bîrdozî DAIŞê tenê kurd dikarin tune bikin."

    Audio di dirêjiya axaftina xwe de got: "Bêyî kurdan DAIŞ bi temamî naqede. Hêzê kurdan li hemberî DAIŞê li ber xwe da, lê ji ber ku artêşa Iraqê reviya talûkeya rêxistina terorîst a DAIŞê mezin bû û hev çend zirar da herêmê."

    Bi heman mijarî:

    Generalê amerîkî: Divê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê were kirin
    Wezareta Parastina Rûsyayê bo generalê amerîkî: Pêwistiya me bi pêşniyarên we nîn e
    Generalê amerîkî bi awayekî 'nepen' serdana' Rojava kir
    Ozturk: "Generalê amerîkî got heke hûn vê xetê derbas bikin em piştgiriyê nadin"
    Generalê amerîkî: "Divê Rûsya û Amerîka dev ji reqabetê berdin"
    Etîketan:
    Piştgirîdana serxwebûna Kuridstanê, Generalê amerîkî, Ernest Audio, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de