02:10 18 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê

    Şerê DAIŞê red kirin, Amerîkayê jî alîkariya wan qut kir

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 123 0 0

    Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Têkoşîna Dijî DAIŞê Fermandarê Amerîkî Ryan Dillon, ragihand ku wan ji ber redkirina şerê dijî DAIŞê alîkariya komeke muxalîfên Sûriyê qut kiriye.

    Dillon da xuyakirin ku koma çekdar a muxalîf Şuheda el-Karyeteyn (Şuhuk) li başûrê Sûriyê yek ji hevkara wan bû, lê ji ber ku li şûna DAIŞê armancên din dabûn ber xwe wan alîkariya wan qut kiriye.

    Dillon got, "Me ji wan re got, heke hûn dixwazin ji xeynî serkeftina dijî DAIŞê berê xwe bidin armancên cuda, em nikarin alîkariyê bidin we. Em ê êdî zêdetir alîkariyê nedin vê komê."

    Fermandarê Amerîkî diyar kir ku cara yekemîn e ku ew neçar mane pêwendiya xwe bi komeke çekdar re qut bikin û niha jî xebatên bo berhevkirinaê çekên ji bo têkoşîna DAIŞê ji wan re hatine şandin, berdewam dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Dadê ya YEyê li ser penaberan biryar da: Dibe bên dersînorkirin
    ‘Kompaniyên Rûsî û Amerîkî ligel dorpêçan jî dixwazin hevkariyê bidomînin’
    Kesê herî dewlemendê dinyayê dest guherand: Bezos bû yekemîn
    Artêş û Hizbullahê herêmên sînorî yên Lubnanê kontrol kirin
    Kadîrov: Ez amade me ku Mescîd-î Eqsayê biparêzim
    Niştecihên Fua û Kefrayayê bi xeyala gezik nan dijîn
    Artêşa tirk gundên Efrînê topbaran dike
    Bexdayê ji bo referandûmê ji YNKê daxwazek kir
    Etîketan:
    Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de