13:35 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Qesra Spî: Dibe Trump pêşnûmaya mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê veto bike

    © AP Photo/ Alex Brandon
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Dîrektorê Ragihandinê yê Qesra Spî Anthony Scaramucci diyar kir ku ‘Dibe ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Rûsyayê mueyîdeyên xurttir bixwaze.'

    Scaramucci ji televîzyona CNNê ragihand, ‘îhtîmal heye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşûmaya qanûnê a ku ji Rûsya, Îran û Koreya Bakur re mueyîdeyên nû tîne erê bike ya jî heye ku bi şertê mueyedeyên dijwartir bixwaze veto bike.'

    Di hilbijartina doh a li Meclîsa Nûneran a Amerîkayê li hemberî 3 dengên ‘na' bi 419 dengan ‘erê' hatibû erê kirin.

    Li gorî pêşnûmayê, rêveberiya Amerîkayê ku serokatiya wê Trump dike, ger bixwaze mueyîdeyan sist bike an jî rake divê erêkirina kongreyê bistîne.

    Bi heman mijarî:

    Almanya ji mueyîdeyên DYA yên li hember Rûsyayê bi endîşe ye
    Fitch: Dibe mueyîdeyên Amerîkayê bandoreke erênî li Gazpromê bike
    Almanyayê bo mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê, Amerîkayê hişyar kir
    CNN: Şirketên amerîkî naxwazin mueyîdeyên nû li ser Rûsyayê werin sepandin
    Sekreterê NATOyê daxwaza berdewamiya mueyîdeyên li ser Rûsyayê kir
    Etîketan:
    mueyîde, veto, CNN, Anthony Scaramucci, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de