00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Rex Tillerson

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bersiva îdîayên îstîfayê da

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson îdîayên îstîfayê derewandin û ragihand ku hetanî Serok Donald Trump bixwaze ez ê li ser karê xwe bim.

    Rex Tillerson berî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Qetarê Şêx Muhammed Bin Ebdurrahman El Sanî bersiva pirsên rojnamevanan da. Tillerson, îdîayên îstîfayê derewandin.

    Tillerson di axaftina xwe de bersiva pirsa ‘gelo hûnê wekî wezîr pozîzyona xwe biparêzin’da û got: “Ez li vir im û naçin ti cihekî. Hetanî Serokê Amerîka Donald Trump bixwaze ez ê wezîfeya xwe bidomînim.”

    Wezîrê amerîkî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Niha navbera min û Trump başe û ti pirsgirêk tineye. Îdîayên îstîfa yên çapemeniyê ne rast in.”

    Berdevka Wezîra Derve ya Amerîkayê Heather Nauert jî du roj berê di civîna çapemenî de ji bo Rex Tillerson gotibû: Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser karê xwe ye û gelek karên ku bikin hene.”

    Bi heman mijarî:

    Lavrov bangî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson kir
    Koşka Spî: ‘Kêfa Rex Tillerson qet ji hikûmeta Tirkiyê re nehat’
    Rûsya: Êrişa Amerîka bandorê li hatina Rex Tillerson a Moskowê nake
    Heyder Ebadî û Rex Tillerson hevdîtin pêk anî
    Rex Tillerson bû Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Rex Tillerson, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de