23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerê amerîkî

    Li Amerîkayê di nava 5 salan de nêzî 10 hezar leşker hewla întîxarê kir

    © AFP 2017/ YASIN AKGUL
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Hat ragihandin ku di salên 2004 û 2009an de nêzî 10 hezar leşkerên artêşa Amerîkayê ku li ser wezîfeyê bûn hewla întîxarê kirin.

    Lehî
    © Sputnik/ Ekatherina Lyzlova
    Malpera înternetê ya kovara JAMA Psikiyatriyê bûyer û hewldanên întîxarî yên nava artêşa Amerîkayê vekolandin. Psikiyatrên Zanîngeha Xizmetên Unîformayî yên Zanistên Tendirustî ya dewletê ku li Marylandê ye li ser daneyên bûyer û hewldanên întîxarî yên sala 2004 û 2009an azalîzek kirin.

    Li gorî encamên analîzê, bûyer û hewldanên întîxarî yên salên borî ku di nava artêşê de qewimîne bandorê li leşkeran dike û ihtîmala întîxarê di nava leşkeran de 2-3 qatan zêdetir dike.

    Li gorî lekolînê, di nava salên 2004 û 2009an de 9 hezar û 512 leşkerên ku aktîf ên artêşa Amerîkayê hewla întîxarê kirin. Li gorî lêkolînê leşkerên ku dixwazin întîxar bikin ji sedî 86 mêr, ji sedî 68ê wan di binê 30 salî de ne û ji sedî 60 wan jî amerîkiyên spî ne.

    Bi heman mijarî:

    ‘Leşkerên Amerîkî li Girê Spî bicih dibin’
    'Dibe leşkerên amerîkî li axa Ûkraynayê bên bicihkirin'
    Leşkerekî afgan gule bi ser leşkerên amerîkî ve reşand: 7 birîndar
    Cesedê 7 leşkerên amerîkî hatin deranîn
    Tanka Rûsî T-14 bû tirsa leşkerên Amerîkî yên li Ewropayê
    Etîketan:
    Nêzî 10 hezar leşkerên amerîkî hewla întîxarê kirin, Kovara JAMA Psikiyatrî, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de