17:50 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Sewqiyata Leşkerên Amerîkî bo Polonyayê

    Trump ji bo transeksuelan biryar da

    © REUTERS/ KACPER PEMPEL
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 3500

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, wan biryar daye ku kesên zayenda xwe guhertine (transeksuel) nikarin tevlî artêşa Amerîkayê bibin.

    Donald Trump di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de li ser mijarê wiha got: "Piştî hevdîtinên min ên ligel fermandar û pisporên leşkerî, ez radigihînim ku hikûmeta Amerîkayê bi ti awayî kesên ku zayenda xwe guhertine dê wernegire artêşa Amerîkayê û destûrê nede wan."

    Trump da xuyakirin: "Divê artêşa me bala xwe bide serkeftinên misoger û yekalîker… Artêş nikare barê lêçûnên tenduristiyê yên kesên ku zayenda xwe guhertine bigire ser xwe. Spas dikim."

    Rêveberîya Serokê Berê yê Amerîkayê Barack Obama salek berê qedexeya ser beşdarnebûna welatiyên ku zayenda xwe guhertine bo artêşê Amerîkayê, betal kiribû.

    Wezîrê Berevaniyê yê wê demê Ash Carter jî daxwaza dayînan lêçûnên tenduristiyê bo kesên zayenda xwe guhertine pesend kiribû.

    Li gor amaran di artêşa Amerîkayê de niha 250 leşkerên ku zayenda xwe guhertine hene, lê li ser çarenûsa wan hîn ti daxuyanî nehatiye dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Li seranserê Rojhilata Navîn metirsiya şerê olî
    Helîkoptera leşkerî ket
    Li gorî anketan piraniya almanan naxwazin biçin Tirkiyeyê
    Şoygu: Yekîneyên polîs û leşkerî yên rûsî li herêmên biewle ya Sûriyeyê peywirê dikin
    Karakas îda dike ku DYA ji bo destêwerdana leşkerî li dû provokasyonan digere
    Rûsya bo CNNê: Em careke din dubare dikin, em piştgiriya wan nakin
    Almanyayê bo mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê, Amerîkayê hişyar kir
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de