17:48 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Mike Pompeo

    CIA li xwe mikur hat: Amerîka hewl dide hikûmetê birûxîne

    © AFP 2017/ SAUL LOEB
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 6210

    Dîrektorê CIAyê Michael Pompeo mikur hat ku Amerîka ji bo rûxandina hikûmeta Venezuelayê dixebite. Pompeo behsa mudaxeleyên xwînxwar ên CIAyê li herêmê kir û tinazên xwe kirin.

    Dîrektorê Saziya îstîxbarata navendî (CIA) yê Amerîkayê Michael Pompeo di konferansa ku Enstîtuya Aspenê li dar dixist de li ser pirsekê cara ewil bi awayekî sergirtî got ku ew bi tevkariya du dewletên li herêmê, Meksîka û Kolombiyayê, bo hilweşandina hikûmata Venezuelayê dixebitin.

    MADURO: DÊ LI HEMBERÎ MEKSÎKA Û KOLOMBIYAYÊ GAVÊN DÎPLOMATÎK BÊN AVÊTIN

    Serokê dewletê Venezuelayê Nicholas Maduro bi awayekî tund bertek nîşan dan. Li gorî TeleSurê ‘‘Dîrektorê CIAyê, rêveberiya Amerîkayê rasterast ji bo mudaxeleya karen wan ên hundir kirine û wan xwestiye bandorê li dewleta wan bikin ''

    Nicolas Maduro di daxuyaniya xwe de got: "Meksîka û Kolombiya bi awayekî veşartî bi Amerîkayê re li hev kirine. Ez dizanim ew bêhevî ne, çimkî li Meksîka û Venezuelayê neft Diqede û dixwazin bibêjin ku nefta Venezuelayê a hevpeymanên olîgarşîk û emperyalîzmê ye."

    ‘EM Ê GAVÊN DÎPLOMATÎK BIAVÊJIN'

    Maduro bang li Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ku dixwaze ambargo deyne ser Venezuelayê kir û xwest ku daxwuyanîyên dîrektorê CIAye yê Pompeo zelal bike. Maduro tevî vê yeke got ku ew ê gavên dîplomatîk bavêjin.

    Wezareta Derva ya Meksîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî ev yek red kir û ragihand ku ew ê rêzê li hiqûqa navnetewî bigirin û got: "Ji bo zirar bigihîje dewleteke din hevkarî bi dewletek din re nekirine." Herwiha Kolombiyayê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku axaftinên dîrektorê CIAyê derew in."

    Bi heman mijarî:

    Dîrektorê CIAyê Pompeo: Rûsya dixwaze li Sûriyê zirarê bide Amerîkayê
    Pompeo: Wikileaks servîseke dijmin a îstixbaratê ye
    Yildirim û Pompeo: "Em ê hevkarî û îstîxbaratê zêde bikin"
    Hevdîtina Dîrektorê CIAyê Pompeo û Erdogan pêk hat
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Venezuelayê, Dîrektorê Saziya Îstîxbarata Navendî (CIA), Nicolas Maduro, Michael Pompeo, Venezuela, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de