23:09 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Dedektorên li ber deriyê Mescîda Eqsa hatin rakirin

    Washîngton ji biryara Îsraîlê kêfxweş e

    © REUTERS/ Ammar Awad
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 2110

    Rêvebiriya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand em kêfxweş in ku hikûmeta Îsraîlê dedektor û kamerayên derdora Mescîdî Aksa rakirin.

    Berdevka Qesra Spî Heather Nauert di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Piştî ku di 14ê Tîrmehê de 2 polîsên Îsraîlê li herêma Haremî Şerîf hatin kuştin Îsraîl dedoktor û kamera bi cih kiribûn, Îsraîlê ev rakirin. Amerîka ji bo kêmkirina tansiyonê li herêmê spasiya Îsraîlê dike."

    Li gorî îdiaya polîsê Îsraîlê 3 filistîniyên ku li Haremî Şerîf êrişî polîsan kiribû hatibûn kuştin û di 2 hêzên ewlehî yê Îsraîlê ku di bûyeran de birîndar bibûn jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê hêzên ewlehî yên Îsraîlê Haremî Şerîf ji îbadetê re girtibûn. Paşî 2 deriyên Mescîdî Aksayê vekiribûn, lê dedoktor û kamera bi cih kiribûn.

    Kabîneya Îsraîlê duhî bi biryarekê dedoktor û kamerayên ku li Mescîdî Aksayê danîbûn rakirin.

    Bi heman mijarî:

    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
    Tunela milîtanan hat rûxandin: 22 kuştî
    Fermandarê Pêşmerge: Gefên Îranê me natirsîne û em amade ne bersivê bidin
    Şanda Bazirganî ya Qeterê serdana Kerkûkê kir
    Serokwezîr peyam ji Goranê re şand
    Etîketan:
    Amerîka ji biryara Îsraîlê kêfxweş e, Berdevka Qesra Spî, Heather Nauert, îsraîl, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de