19:28 18 Cotmeh 2017
Zindî
    US Senators say the United States could reconsider financial assistance to the Palestinian Authority

    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir

    © Sputnik/ Igor Mikhalev
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 6520

    Senatorê amerîkî yê Partiya Komarparêz ê Coloradoyê Trent Franks di axaftina xwe de piştgiriya xwe ya ji bo kurdan dubare kir û ragihand ku Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê bi DAIŞê re şer kirin.

    Senatorê amerîkî Trent Franks di axaftina xwe de piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê kir û got: "Ji bo serxwebûna Kurdistanê ez jî piştgiriya referandumê dikim û bi hêviya min her kes piştgiriyê bike. Çumkî kurdan ji bo rûmet û azadiya însaniyetê şerê rêxistina terorîst a DAIŞê dikin."

    Trent Franks di berdewamiya axaftina xwe de behsa xweşbîniya navbera olên li Kurdistanê kir û got: "Rêvebiriya Kurdistanê di parastina mafê kêmnetew û olan de xwedî biryar e."

    Franks di dirêjiya axaftina xwe de got:"Bibin însanên azad ku hûn bikaribin hemû kesan biparêzin. Ji bo parastina êzdî û mesihiyan kurdan qahremaniyeke mezin nîşandan û vê qahremaniyê ji bo xwedîderketina mafên bi har bînin."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Referandûma serxwebûna Kurdistanê nerewa ye
    Nûçegihanê televîzyona ku li Herêma Kurdistanê weşanê dike hat binçavkirin
    Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye
    Doza hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê hat paşxistin
    Partiyên Kurdistanê li ser hemû mijaran li hev kirin
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Senatorê amerîkî yê Partiya Komarparêz ê Coloradoyê, Trent Franks, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de