17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Trump: Obama ya pêwîst bikira, niha Îran û Rûsya ne li Sûriyê bûn

    © AP Photo/ Alex Brandon
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 710

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtina digel Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî li Koşka Spî da xuyakirin, ji ber ku Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama li Sûriyê gavên pêwîst neavêtine, Sûriye hatiye ruxandin.

    Trump li ser pirsa rojnamevanan ji bo rêveberîya Obama got, ‘Li Sûriyê erka xwe bicih neanîye' û di berdewamê de wiha axivî: "Ne heyranê Esad im. Tiştên ku wî bi welatê xwe û mirovatiyê kirine tirsnak in. Ev demeke dirêj e vê dibêjim."

    'EZ GAVEKÊ PÊŞ DE ÇÛM…'

    Trump bal kişand ser ku di heyama Obama de ji bo bikaranîna çekên kîmyewî xetên sor hatine danîn, lê piştî bikaranîna wan çekan li Sûriyê tiştek nehatiye kirin û got, "Serok Obama xetên sor li ser qûmê xêz kirin. Piştre çekên kîmyewî jî di nav de tiştên tirsnak hatin kirin. Ez gavekê pêş de çûm û tiştên ku diviya Obama bike, min kirin. Heke Obama tiştên pêwîst bikira, niha li Sûriyê ne Îran ne jî Rûsya hebû."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mûcîzeya pîlotajê ya MAKS-2017an
    Ji bo S-400an ne peymana dawî, peymana prensîbê hatiye îmzekirin
    Amed: Polîsan destûr neda parlamentarên HDPê balîf û kartonan bixin parkê!
    Êrişa DAIŞê hat şkandin: Fermandar jî di nav de 19 DAIŞî hatin kuştin
    Hikûmeta Iraqê: Emîrê Dîwana Eşîran hat girtin
    Etîketan:
    Îran, Rûsya, Sûriye, Lubnan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de