13:31 20 Cotmeh 2017
Zindî
    hsd-qsd-hsdê

    Amerîkayê hejmara şervanên HSDê eşkere kir: Di salekê de qat bi qat zêde bûn

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 32421

    Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis hejmara şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) eşkere kir.

    Davis di civîna rojane ya li Washingtonê de diyar kir, HSD heta salek berê xwedî hêzeke 20 hezar kesan bû, lê niha hejmara wan gihîştiye 50 hezaran û bûne hêzeke pirnetewî.

    Berdevkê Pentagonê destnîşan kir ku HSD li dijî DAIŞê hêzeke bibandor e û wiha domand: "Me gelekî hewl da kompozîsyona etnîkî ya HSDê biguherînin. Destpêkê tenê ji Kurdan pêk dihatin. Me hewl da bibin pêkhateyeke ku di serî de erebên sunî jî di nav de gelek komên din bi kêfxweşî pêşwazî bikin. Niha di navbera Kurdan û erebên Sûnî de nîvî nîvî bûye du beş. Hejmara wan nêzî 50 hezaran e. Lewra qat bi qat mezin bû. Taybetî li Reqayê yên kar dikin erebên sûnî û komên herêmî ne ku amadekariya kontrola bajêr dikin."

    Davis li ser pirsa bi daxwaza wan guhertina navê YPGê bi HSDê jî got, li ber wî bersiveke ku di vê mijarê de bide tune ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Malikî: Em dixwazin hêzeke leşkerî ya berçav a Rûsyayê li Iraqê hebe
    Erdogan bersiv da Amerîkayê: Tercîha xwe em dikin
    Li Amerîkayê otomobîlekê ajot ser qelebalixê: 2 kes mirin
    Rûsya: Em plan dikin li Idlibê herêmên kêmkirina rageşiyê ava bikin
    Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye
    Bizavkarê Êzidî: 1700 kes bi kirîna ji bazarên DAIŞê yên koleyan hatin rizgarkirin
    Doza hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê hat paşxistin
    Lavrov: Divê kurd, beşdarî pevajoya çareseriya li Sûriye bibin
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de