09:42 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Amerîka - polîs

    Li Texasê trajediya însanî: 8 mirî û 30 birîndar

    © AP Photo/ Eric Gay
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li eyaleta Texas a Amerîkayê trajediya qaçaxvaniya însanî, di pişta dorseyê de ji bê avî 8 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.

    Şefê saziya agirkujî yê San Antonioyê Charles Hood di daxuyaniya xwe de ragihand ku 17 jê giran 30 kes jî birîndar e û ji bo rewşa wan a kritik me birîndar rakirin nexweşxaneyan.

    Li gorî zanyariyên berdest, hêzên ewlehî li ser îxbareke dest bi operasyonê kiriye û dema gihîştiye cihê bûyerê rastî cesedê 8 penaberan hatine. Li cihê bûyerê ji xeyrî kesên mirî 17 jê giran 30 kes jî birîndar hatine dîtin.

    ​Nûnerê polîsên San Antonioyê William McManus di axaftina xwe de ragihand ku dema em hatin cihê bûyerê 38 kes di pişta dorseyê de bûn. Em li ser îxbareke hatin cihê bûyerê. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

    Li gorî daxuyaniya Charles Hood di nava qurbaniyan de jin û zarok jî hene û li gorî amareyên destpêkê sedema mirin û birîndariyan yek jê jî germahiya nava dorse û ji bê avî ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Fikara Amerîkayê bo S-400î: Tirkiye hêj nestandiye, eger bistîne dibe sedema fikaran
    Amerîkayê ultîmatom da Îranê: Zû wan berdin
    Artêşa Amerîkayê di êrişa ezmanî de li leşkerên afxanî xist
    Dîrektorê CIAyê Pompeo: Rûsya dixwaze li Sûriyê zirarê bide Amerîkayê
    'Lîstikên Amerîkayê bi milîtanan re li Sûriyeyê dê encamên ne diyar derxe holê'
    ‘Baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Rojava ne tiştekî veşartî ye'
    Etîketan:
    Li Texasê trajediya însanî, Charles Hood, William McManus, Texas, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de