20:32 24 Îlon 2017
Zindî
    S-400

    Fikara Amerîkayê bo S-400î: Tirkiye hêj nestandiye, eger bistîne dibe sedema fikaran

    © Sputnik/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 3010

    Serokê Serfermandariya Amerîkayê Dunford ragihand ku nûçeyên di derbarê standina pergala parastina moşekên S-400î ji Rûsyayê ya Tirkiyeyê rastiyan nade nişandan, eger ev yek rast be bo Amerîkayê dibe sedema fikaran.

    Amerîka fikarên di derbarê hevdîtina standina moşekên S-400î ku ev demeke dirêje di navbera Tirkiyeyê û Rûsyayê de dewam dike, anî ziman.

    Serokê Serfermandariya Amerîkayê Joseph Dunford li Forûma Ewlehiya Aspenê ku li Koloradoyê hat lidarxistin de axivî û got: "Nûçeyeke ku bingeha wê tine ne di çapameniyê de cih girt. Tirkiye ji Rûsyayê pergala parastina moşekên S-400î nestandiye. Eger bistînin bo me dibe sedeme fikaran, lê nestandine."

    ‘EZ BAWERIM KU ESAD PEYAMA ME FÊM KIRIYE, DEM DIDE NÎŞANDAN, JI 7ê NÎSANÊ VE BIKAR NEANÎNE'

    Ji aliyê din ve Dunford diyar kir ku Sûriyeyê ji 7ê Nîsanê ve ku baregeha hewayî ya Şayretê xistine ve çekên kimyewî bikar neanîne. Ez bawerim Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad peyama Amerîkayê fêm kiriye û got: "Bikaranîna çekên kimyewî ya Esad nayê qebûlkirin. Dem dide nişandan, lê ji 7ê Nîsanê vir ve çekên kimyewî nehatiye bikaranîn."

    Bi heman mijarî:

    Ji balyozê tirk daxuyaniya moşekên S-400î
    Wezîr Işik: Bi lezgîn pêwistiya me bi moşekên S-400î heye
    Zvezda, dîmenên pergala parastina moşekên S-400î yên li Sûriyeyê weşand
    Rûsya di derbarê peymana S-400î bi Tirkiyeyê re daxuyanî da
    Işik ji bo hevdîtinên S-400î got: Lihevkirina mijarên krîtîk li ser herdu serokan maye
    Etîketan:
    fikar, s-400, standin, Joseph Dunford, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de