23:08 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Şirketa Petrolê ya Brîtanî BP

    CNN: Şirketên amerîkî naxwazin mueyîdeyên nû li ser Rûsyayê werin sepandin

    © AP Photo/ Alastair Grant
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 1710

    Gelek şirketên amerîkî naxwazin mueyîdeyên nû li ser Rûsyayê werin sepandin û ji bo di Senatoya Amerîkayê de guherîna qanûnê were kirin îsrara xwe didomînin.

    Li gorî nûçeya CNNê, şirketên amerîkî ku di warê enerjî, bankavanî, hewa û feza û di otomotîvê de fealîteyê dimeşînin naxwazin Amerîka mueyîdeyên nû deyne ser Rûsyayê, vê endîşeya xwe bi dengê bilind tînin ziman û dixwazin di pêşnûmeyê de guherîn were kirin.

    Şirketên wek BP, ExxonMobil, General Electric, Boeing, Citigroup, MasterCard û Visa li hemberî pêşnûmayê fealiyetên lobiye dimeşînin û hewl didin ku rê li pêşiya mueyîdeyên nû yên li ser Rûsyayê bigirin.

    Senatoya Amerîkayê di 15ê Tîrmehê de pêşnûmaya mueyîdeyên nû yên li hemberî Rûsyayê qebûl kiribû. Pêşnûma di Meclisa Nûneran re derbas bibe û Serok Donald Trump îmze bike dê têkeve meriyetê.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, maweyê mueyîdeyên Amerîka û welatên ewropî dirêj kir
    ‘Rûsya û Amerîka ji bo Sûriyeyê hevdîtinên veşartî dikin'
    Rûsya û Amerîka amadene memorandûma bo firînên li Sûriyeyê bixin meriyete
    Îzvestiya: Rûsya û Amerîka ji bo peymana qada hewayî ya Sûriyeyê dîsa li hev kirin
    Rûsya: Amerîka, Îngilistan û Fransa ji bo çûna Esad fikrsabît in
    Etîketan:
    General Electric, ExxonMobil, Şirketên amerîkî li dijî mueyîdeya ser Rûsyayê ne, CNN, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de