09:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    KENY

    8 kes û komên girêdayî DAIŞ û El Qaîdeyê ketin lîsteya toleyên NYyê

    © REUTERS/ Andrew Kelly
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di lîsteya toleyan a nû de, cih da 8 kes û komên pêwendiya wan bi DAIŞ û El Qaîdeyê re heye.

    Ji bo pêşniyar qanûna ku ji aliyê Amerîkayê bo konseyê hatiye pêşkeşkirin, 15 welatan dengê erê da û hat qebûlkirin.
    Di biryara hat qebûlkirin de, navên kes û komên li Sûriye, Iraq, Başûrê Rojhilatê Asyayê û Qefqasan pêwendiya wan bi DAIŞ û El Qaîdeyê re heye hatiyen ragihandin.

    Di biryara dawî ya KENYê de kes, kom û dezgehên bazirganî yên piştgiriya wan terorê hatiye eşkerekirin ev in:

    "Muhammad Bahrum Naim Anggih Tamtomo, Hanifa Money Exchange Office, Selselat al-Thabab, Jaysh Khalid lbn al Waleed, Malik Ruslanovich Barkhanoev, Murad Irakfievich Margoshvili, Ornaa Rochman, Jund al Aqsa."

    Di biryarê de hewiha banga kordînasyonê ji bo têkoşîna dijî komên tundrew û terorê li dewletan hat kirin û hat xwestin, pêşî li ser çek, fînans, çavkaniya mirovî û şervanên biyanî bê girtin.

    Komîteya KENYê ya toleyan disepîne bi biryara KENYyê ya sala 1999an a bi jimara 1267an hatibû avakirin.

     

    Bi heman mijarî:

    HDPê ‘Deklerasyona Têkoşîna Hevpar' eşkere kir
    Serbazê Amerîkî: Min 2 hezar 746 Iraqî kuştin
    Pûtîn: Ji bilî zimanê zikmakî nabe bi zorê zimanekî din bê fêrkirin
    Pûtîn qanûneke girîng a leşkerî îmze kir
    Serkirdeyê YNKê Mela Bextiyar: Îranê referandûm red kir û me jî parast
    Etîketan:
    Amerîka, Rojhilata Navîn, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de