20:37 16 Tebax 2017
Zindî
    YPG û leşkerên Amerîka

    Pentagonê bo nûçeya AAyê hişyarî da: Belavkirina agahiyên leşkerî dê hêzên me bixe xeterê

    © REUTERS/ Rodi Said
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 8710

    Berdevkê Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon, li ser nûçeya Ajansa Anadolê diyar kir, belavkirina nûçeyên li ser hurgiliyên xalên leşkerî yên Amerîkayê li bakurê Sûriyê (Rojava), dibe ku ziyanê bigihîne têkoşîna dijî DAIŞê.

    Pahon li ser pirsa Spûtnîkê got: "Ji ber sedemên ewlehiyê cihên hêzên hevpeymaniyê yên ku li Sûriyê DAIŞê têk dibin, em eşkere nakin. Belavkirina agahiya leşkerî ya hesas hişt ku beredayî hêzên hevpeymaniyê bikevin rîskê û dibe ev yek operasyona dijî DAIŞê têk bibe."

    'BELAVKIRINA AGAHIYÊN LEŞKERÎ DÊ HÊZÊN ME BIXE XETERIYÊ'

    Pahon herwiha got, "Derfetên me yên ku em çavkaniyên di nûçeyê de derbas dibin piştrast bikin tune ne, lê em gelekî jê dikevin metirsiyê ku rayedarên endameke NATOyê bi belavkirina agahiyên bi vî rengî hêzên me bixin xeteriyê."

     

    Bi heman mijarî:

    Cihê 370 DAIŞiyan hat eşkere kirin
    ‘Amerîka 2 lîwayên din ên Pêşmerge biçek dike’
    Li seranserê dinyayê rûpelên Facebookê venebûn
    Dumaya Rûsyayê derxistina ji hemwelatiya tawanbarên terorê pesend kir
    Kûçika ku xezalê ji xeniqandinê xilas kir bû fenomen
    40 fermandarên DAIŞê bi rêya qaçaxî reviyan
    Yekîtiya Ewropayê botên nepixandî li ser Lîbyayê qedexe kirin
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de