18:41 17 Tebax 2017
Zindî
    Protestoyên Venezuelayê

    Venezuela bersiva Trump da: Em dev jê bernadin

    © REUTERS/ Carlos Garcia Rawlins
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Wezîrê Derve yê Venezuelayê Samuel Moncada di axaftina xwe de ragihand ku ew dev ji projeya Meclîsa Damezrêner bernadin. Amerîkayê gotibû ‘heke Venezuela dev ji nêrîna xwe ya Meclisa Damezrêner bernede wê rastî mueyîdeyên giran were.'

    Angela Merkel
    © AP Photo/ / Michael Sohn
    Wezîrê Derve yê Venezuelayê Samuel Moncada di axaftina xwe de got: "Projeya Meclîsa Damezrêner dewam dike û ti tişt wê nikaribe pêşî li vê bigire. Gel azad e. Helwesta Amerîka ya li dijî me 'gefeke împaratoriya dijminane û nîjadperestiyê ye. Gelê Venezuelayê wê di nava yekîtiyê de bersiva vê bide."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump nerazîbûneke tund nîşanî destpêkirina projeya Meclîsa Damezrêner dabû ku li ser daxwaza îstifayê ya mûxalefetê Nîcolas Madûro xistibû rojevê. Trump li ber vê meclîsa ku wê 30ê Tîrmehê bi awayekî fermî dest bi kar bike rabû û hişyarî dabû ku eger dest ji vê neyê berdan wê tedbîrên giran û bi lez ên aboriyê bên girtin.

    Serokê Amerîkayê Trump di dirêjiya axaftina xwe de Madûro wek rêvebirekî nebaş ê ku dixwaze bibe dîktator bi nav kir û bang kiribû ku divê li Venezûelayê hilbijartineke azad û wekhev were kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Venezuelayê serokê hereketa xwendevanan hat kuştin
    Li Venezuelayê hejmara miriyên xwepêşandanan zêde dibe
    Serokê Venezuelayê Maduro Kolombiya tehdîd kir
    Li Venezuelayê helîkoptera leşkerî winda bû
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Wezîrê Derve yê Venezuelayê, Samuel Moncada, Donald Trump, Venezuela, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de