21:37 19 Tebax 2017
Zindî
    Nikki Haley

    Nikki Haley: Em rêzê ji daxwaza gelê Kurdistanê re digirin

    © REUTERS/ Stephanie Keith
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 67 0 0

    Balyoza Amerîka yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley di axaftina xwe de ragihand ku em rêzê ji doza gelê Kurdistanê re digirin.

    Balyoza Amerîka yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley di axaftina xwe de ragihand ku em rêzê ji doza gelê Kurdistanê re digirin, lê referandûma serxwebûnê me ji armanceke din dûr dixe."

    Nûnerê NY bo Karûbarên Iraqê (UNAMI) Jan Kûbîs û Balyoza Amerîkayê ya NY Nikki Haley civiyan û rewşa Iraqê û referandûna Başûrê Kurdistanê gotûbêjkirin. Li gorî daxuyaniya UNAMI, di civînê de herdu aliyan behsa rewşa Iraqê û operasyona Mûsilê kirin û tekez kirin ku divê aramî vegere Mûsilê, koçberên vî bajarî vegerin malên xwe.

    Nikki Haley ji bo referanduma serxwebûnê got: "Ji bo biryara li ser çarenivîsa xwe em rêzê ji doz û daxwaza gelê kurd re digirin. Lê referandûma serxwebûnê dibe sedema dûrketina me ji ewlewiyeteke din ku ew jî şerê DAIŞê û aramiya Iraqê ye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    'Li Herêma Kurdistanê Referandum û hilbijartinên giştî dê bi hev re bên çêkirin'
    Nêçîrvan Barzanî: Referandum mafê xelkê me ye
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Misyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI), Nûnerê Amerîka yê li Neteweyên Yekbûyî, Nikki Haley, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de