19:26 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Qesra Spî

    Amerîka ji ber bernameya nukleerî ya Îranê sepandin danî ser Tirkiye û Çînê

    © Sputnik/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bi hinceta piştgiriyê didin bernameya moşeka balîstîk a Tehranê biryara sepandinê danî ser 18 kes û saziyên Îranê. Din av lîsteya sepandinê de şirketekî tirk û 4 jî yên Çînê hene.

    Donald Trump
    © REUTERS/ Carlos Barria
    Wezareta Xezîne ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke ragihand ku sepandin bi hinceta piştgiriya çalakiyên sûcê ango derqanûnî kirine, danîtine ser 18 kes û saziyên îranî. Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku sepandin danîtine ser şirketekî tirk û 4 şirketên çînî ku bi hinceta piştgiriya bernameya nukleerî ya Îranê dikin.

    Wezareta Darayî ya Amerîkayê tekez kiriye, ku ew kes û sazî piştevaniya îraniyên binpêkar an jî kiryarên tawankarî kirine. Herwiha li gorî daxuyaniya wê wezaretê, ew alî bi berhemanîna firokeyên bê firokevan, qeyiqên şer û amûrên elektronîk alîkariya Artêşa Îranê Supaya Pasdaran a Îranê dane.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em mafê xwe yê bersivdayîna Amerîkayê li ber dest dihêlin
    ‘Artêşa Amerîkayê hildiweşe’
    Rûsya: Em amadene bersiva Amerîkayê bidin
    Îran: Planên me dê zirareke mezin bidin Amerîkayê
    Amerîkayê bikaranîna Kaspersky Labê sînordar kir
    Etîketan:
    nukleerî, bername, sepandin, Qesra Spî, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de