15:23 19 Mijdar 2017
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    ‘Profesor û zanistên amerîkî ji bo serxwebûna Kurdistanê dixebitin'

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 5710

    Li gorî zanyariyên berdest, 50 mamosta û profesorên kurd û amerîkî ji bo piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê dest bi xebateke bi navê "Projeya Kurdî" kirine.

    Li gorî nûçeya BaNewsê, li Amerîkayê komek profesor û mamostayên kurd û amerîkî dest bi projeyeke bi navê "Kurdish Project" (Projeya Kurdî) kirine ku kurd û Kurdistanê bi raya giştî ya Amerîkayê bidin nasîn.

    Berpirsê projeyê mamostayekî kurd bi navê Dr. Nasir Ehmed Begê Badliyan e û li zankoya Lînkoln ya Amerîkayê de dersê dide. Dr. Badliyan li ser wê projeyê got: Ev proje ji mêj ve hebû, lê bi diyarbûna roja referandumê xebatên wê çalaktir bûn. Di vê projeyê de gelek mamosta û dezgeh hene ku hemû jî pisporên hiqûq û siyaseta navdewletî ne. Hejmara wan mamostayan derdora 50 kesî ne û piranî jî amerîkî ne."

    Dr. Nasir di berdewamiya axaftina xwe de got: "Yek ji sebebên pêkanîna projeyê li Amerîka ew e ku mixabin kurd heta niha di warên akademîk, siyasî û aborî de nebûne xwedan lobiyeka bihêz. Lê ev proje dikare bibe wesîleyek bo civandina kurdên ku li Amerîkaye dijîn. Ev proje dê kurd û Kurdistanê bi gelên amerîkî bide nasîn."

    Li gorî daxuyaniya mamostayê kurd Dr. Nasir di projeyê de ji xeyrî mamosta û zanistan xwendekar jî cih digirin, dê projeyê berfireh bikin da ku raya giştî ya Amerîkayê piştevaniya xwe ya ji bo referanduma serxwebûnê zêde bike.

    Bi heman mijarî:

    ‘Referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    'Li Herêma Kurdistanê Referandum û hilbijartinên giştî dê bi hev re bên çêkirin'
    Nêçîrvan Barzanî: Referandum mafê xelkê me ye
    Etîketan:
    Profesor û akademisyenên amerîkî piştevaniya referandumê dikin, Nasir Ehmed Begê Badliyan, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de