19:53 25 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Amerîkayê

    ‘Artêşa Amerîkayê hildiweşe’

    © AFP 2017/ ARMEND NIMANI
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    The National Interestê nivîsand ku Artêşa Amerîkayê ji ber piştguhkirina hin kêşeyan ber bi parçebûnê ve diçe.

    Pisporê dîroka leşkerî û parastinê Douglas Macgregor di gotara xwe ya di The National Interest de hatiye weşandin de pirsa, ‘Artêşa Amerîkayê çima hildiweşe?' dike.

    Macgregor dibêje, "Ger Donald Trump (Serokê Amerîkayê) wezîrekî bihêz, xwedî perwerde yê ku berpirsiyarîa guherînên mezin ji generalên artêşê bixwaze, tayîn neke wê artêş ji pereyan zêdetir tiştan ji dest bide."

    Pispor dide xuyakirin, artêşa Amerîkayê bi şêwaza Şerê Cîhanê yê Duyemîn tevdigere û li şûna teknolojîyên nûjen razemeniyê li platformên berê dike û tetbîqata NATOyê ya ku tê pêşbînîkirin li Bulgaristanê were kirin jî wekî ‘întihar' bi nav dike.

    Ew dibêje, "Ger Amerîkayê niha ev operasyon li hemberî Rûsya, Çîn û Koreya Bakur a jê re amade ye bikira, wê di nav çend xulekan de ‘tetbîqat' têk biçûye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Dayika hemû bombeyan’ li sivîlan xist
    Parêzvanên mafên mirovan ji bo girtinê şandin ber dadgehê
    Li Hewîce û Ebasî 5 DAIŞî hatin desteserkirin
    Polîsan bi tundî mudexale li çalakiya KESKê kir
    Konsulê Brîtanî: Wê alîkariya leşkerî bo Pêşmerge berdewam be
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de