17:39 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    ‘Dayika hemû bombeyan’

    ‘Dayika hemû bombeyan’ li sivîlan xist

    © REUTERS/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 3301

    Hat ragihandin ku bombeya Amerîkayê ya bi navê ‘Dayika hemû bombeyan’ ku avêtibû navçeya Açîn a Nangarhara Afganistanê bûye sedema gelek metirsiyên tenduristiyê li ser sivîlan.

    Karmendekî tenduristiyê yê navçeya Açînê ji Spûtnîkê re ragihand, piştî êrîşa bi vê bombeyê nexweşînên çerm û çavan li ser şêniyên herêmê bi qasî rêjeyeke mezin zêde bûne.

    Li gor wî karmendî sedema zêdebûna nexweşîyan, "Dibe ku sedema radyasyonê uranyuma nava bombeyê ye'.

    Çavkaniyê diyar kir, li cihê bombe hatiye avêtin heta kîlomtrekê hemû ajal telef bûne û ajalên dûrtirî cihê êrîşê jî piştî demekê dîsa mirine.

    Li gor karmendê tenduristiyê di roja duyemîn a teqînê de hejmara kesên serî li nexweşxaneyan daye her zêde bûye û roja teqînê tenê, 6 mêr û 70-80 jin hatine nexweşxaneyan ku di çavên wan de xurînî û sorbûn hebûye.

    Yek ji şahidê bûyerê Abdul Qadir jî got, dibe ku cihê êrîşê gelek şêniyên herêmê jiyana xwe ji dest dabin û diyar kir, wekî ku agir bi çiya ketiye xuya dikir û beriya avêtina bombeyê jî ti kes hatibû agahdarkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê bîlançoya OHALê eşkere kir
    Polîsan bi tundî mudexale li çalakiya KESKê kir
    Fermandarê Iraqê ji Barzanî re nameya serkeftinê şand
    Konsulê Brîtanî: Wê alîkariya leşkerî bo Pêşmerge berdewam be
    Lavrov: Rewşa ewlehiya li Ewropayê neasayî ye
    Berdevkê Dijberiya Sûriyeyê: Îsraîl piştgiriya komên terorîst dike
    MGK: Referandûm xetayeke xeterî ye
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de