18:59 19 Mijdar 2017
Zindî
    Fethullah Gulen

    Li Qesra Spî ji bo îadekirina Gulen kampanyeya îmzeyan hat destpêkirin

    © AP Photo/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Hemwelatiyên tirk ku li Amerîkayê dijîn di salvegera hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de ji bo îadeya Gulen li Qesra Spî kampanyeya îmzeyê dane destpêkirin.

    Hemwelatiyên tirk ku li Amerîkayê dijîn di salvegera hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de bi sernavê ‘ji bo edaletê Fethullah Gulen îadeyî Tirkiyeyê bikin' metnek parve kirin û ragihandin ku ji bo kesên ku di hewldanê de birîndar canê xwe ji dest dan êşa wan û xizmên wan kêm bibe em bawer dikin ku rêvebiriya Amerîkayê wê Fethullah Gulen îadeyî Tirkiyeyê bike.

    Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, îmze li ser malpera fermî ya Qesra Spî 'petitions.whitehouse.gov' ji beşa daxwaznameyan (petitions) têne şandin. Heke di nava 30 rojî de 100 hezar îmze berhev bibe ji aliyên meqamên fermî ve tê nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    Abdullah Gul bersiva da îdiayên ku bi Gulen hevdîtin pêk anîye
    Fethullah Gulen: Gul û Davutoglu hatin serdana min
    Kiliçdaroglu bersiv da Bahçeli: Diyare bê Gulen sipasiya kê kiriye
    ‘Hikumet bi derxistina hemwelatîtiyê pêşiya darizandina Gulen digre'
    Gulen: Erdogan bila pêşî dev ji zilm û zordariyê berde
    Etîketan:
    Ji bo îadekirina Gulen kampanyeya îmzeyan hat destpêkirin, Fethullah Gulen, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de