20:08 25 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn Donald Trump

    Nîvê Amerîkiyan baweriyê bi gotûbêjên navbera Trump û Pûtîn nayînin

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li gor rapirsîna rojanameya The Washington Post û televizyona ABC Newsê, qasî nîvê hemwelatiyên Amerîkî ji gotûbêjên navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ne ewle nabin.

    Ji sedî 48ê beşdarên rapirsînê diyar kirin ku ew baweriyê bi danûstandinên Trump û Pûtîn nayînin û ji sedî 18an jî diyar kir ku ‘piçekî jê bawer in'.

    Herwiha ji sedî 32yê beşdaran derbirîn ku Trump û Pûtîn xwedî wê vînê ne ku dikarin hevdîtinê bikin, lê ji sedî 47ê beşdarên rapirsînê jî destnîşan kirin ku ji bo hevdîtinên bi serokên din ên dinyayê re jî baweriyê bi Trump nayînin.

    Dîsa ji sedî 60ê beşdarên rapirsînê difikirin ku Rûsyayê hewil daye mudaxeleyî hilbijartinên seroktiyê bike û ji sedî 44ê wan jî hizr dikin ku Trump vê yekê ji bo sûdeya xwe bikar tîne.

    Li gor vê rapirsîna lêkolînê ku di navbera 10-13ê Tîrmehê de bi beşdariya 1001 kesan hatiye pêkanîn, ji sedî 58ê Amerîkîyan ji xebatên Trump ne kêfweş in.

    Berî niha jî ji sedî 48ê Amerîkîyan aciziya xwe ya ji xebata rêvberiya Trump anîbûn ziman.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Pûtîn û Medvedev peyamên pîrozbahîyê
    Fermandarê Iraqî: Li Mûsilê 10 hezar DAIŞî hatin kuştin
    Analîstê îsraîlî: Piştî Qeterê, dora Tirkiyeyê ye
    Serokê Komîsyona Ewropayê: Îdam were, deriyê YEyê li ber Tirkiyê tê girtin
    Li bajarê Şino festîvala gêlasan
    2 hêzên li Sûriyê li Idlibê bi hev ketin
    Erdogan: Navê dijminan bêjim, emê rûbirûyî krîzeke gelekî cidî ya navnetewî bibin
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de