18:21 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn Donald Trump

    Trump pirsa ku di hevdîtina Pûtîn de jê bike eşkere kir

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 1910

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe de ragihand ku niha vexwendina Pûtîn bo Qesra Spî ne demeke rast e, lê min pirsa ku di hevdîtinê de jê bikim amade kiriye.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di serdana xwe ya Fransayê de rastî pirsa ‘gelo Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hilbijartina 2016an de piştgiriya kê dikir' hat. Trump di bersiva xwe de got: "Di hevdîtina me ya careke din de ez ê jê bipirsim bê te hevaltiya kê dikir."

    Donald Trump di axaftina xwe de got: "Li gorî texmînên min wê piştgiriya min bike. Piştgiriya min. Ji bo Amerîka bikaribe reqabetê bi Rûsyayê re bike divê ekonomiya xwe baş bike û sotemeniya fosîl bi kar bîne. Ji bo ku ez van dixwazim dibe Pûtîn piştgiriya min neke jî."

    ‘DIVÊ EM HINEKÎ BI AQIL BIN'

    Trump di berdewamiya axaftina xwe de got: "daxwaza min a yekemîn ku ez bikaribim bi Rûsyayê re peymanên baş bikim."

    Serokê amerîkî di dirêjiya axaftina xwe de li hemberî pirsa ‘gelo hûnê Pûtîn vexwînin Qesra Spî' bersivand û got: "Niha ne demeke rast e, lê bersiva min erê ye. Divê em hinekî bi aqil bin. Ne ehmeq. Min dikaribû bêjim ez ê ticarî wî venexwînim û em ticarî bi Rûsyayê re xebernedin û wê demê dostên min ê kongreyê dê bigotana Trump çi mirovekî baş e. Di cihanê de em hêzên duyemîn ên nûkleerî ne û ji bo pêwendî nedanînê divê mirov ehmeq be."

    Bi heman mijarî:

    Trump: Min û Pûtîn gelekî baş li hev kir
    Piştî hevdîtina Pûtîn û Trump li Sûriyeyê çi guherî?
    Pûtîn û Trump 40 deqîqeyê xwe yê pêşî ji çi re veqetandin?
    Melania dema hevdîtina Trump-Pûtîn aciz bû û ket jûra hevdîtinê
    Pûtîn û Trump cara ewil li hev civiyan
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Donald Trump, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de