19:30 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Hevdîtina yekem a Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump

    Trump: Min û Pûtîn gelekî baş li hev kir

    © AP Photo/ Evan Vucci
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku bi hemkarê xwe Vladimir Pûtîn re gelekî baş li hev kiriye.

    Trump di hevpeyvîna televizyona CBNê de got, "Dikarim bêjim ku me gelekî baş li hev kiriye û ev ne tiştekî xerab e, tiştekî baş e. Hinek mirov dibêjin, ‘Bila ew baş li hev bikin'. Ev çi kes in, kî vê dibêje? Ez difikirim ku me gelekî baş li hev kiriye. Em du hêzên mezin ên nukleerî ne."

    Trump da zanîn ku ji ber hevdîtina 2 saet û nîvan a bi Pûtîn re ku li Hamburgê pêk hatiye, her kes şaş maye û destnîşan kir ku dîyaloga bi Rûsyayê re girîng e.

    Trump got, "Û heke em danûstandinê nekin, ev dê ji bo welatê me û welatê wan bibe sedema gelek kêşeyan. Difikirim ku pêdiviya me bi dîyalogê heye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Yekîtiya Zayanên Olî daxuyanîya referandûmê
    Nivîskar Yanliç û Rojnamevan Çakmakçî hatin girtin
    Neteweyên Yekbûyî hejmara sivîlên ku li Reqayê asê mane radihand
    Kovara Akademiya Cengê ya Amerîkayê li ser berga xwe wêneyê Ocalan bikar anî
    Cafer Şêx Mistefa: Hevpeymanî dê piştgirîya pêşmerge berdewam bike
    Li Heleb û Reqayê bernameya vegera jiyana asayî dest pê dike
    Etîketan:
    Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de