23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Hewldana derbeya leşkerî - Alaya Tirkiyeyê

    Amerîka hemwelatiyê xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kir: Baldar bin

    © AP Photo/ Petros Karadjias
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê bangî hemwelatiyê xwe yên li Tirkiyeyê kir ku ji ber salvegera bîranîna hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Temuzê bi baldarî tevbigerin.

    Di daxuyaniya li ser sîteya înternetê ya Balyozxaneyê de, "Hemwelatiyên Amerîkayê, di 15ê Temuzê û rojên berî de, çalakiyên mezin wekê xwepêşandan û civîn li giştiyê welêt bo salvegera derbeya leşkerî dê bên lidarxistin.

    Balyozxaneya li Tirkiyeyê ya Amerîkayê bangî hemwelatiyên Amerîkayê yên kesên serdana Tirkiyeyê bikin û yên li Tirkiyeyê dijîn ku ji wan deran dûr bisekinin, dike."

    Ji aliyê din ve Balyozxaneyê bangî hemwelatiyên xwe kir ku nûçeyên herêmî bişopînin û hişyariya çalakiyên aştiyane jî dibe ku rîska tundiyê hebin.

    Bi heman mijarî:

    Kremlînê hişyariyeke din da Amerîkayê: Em nikarin bêtirî tolerans bidin nîşandan
    Kovara Akademiya Cengê ya Amerîkayê li ser berga xwe wêneyê Ocalan bikar anî
    Wezareta Derve ya Amerîkayê firotina moşekên Patriotê bo Romanyayê erê kir
    Lavrov ji bo Amerîkayê: Nîskê dikin gîsk
    Heyeteke hevpar a Pêşmerge û artêşa Iraqê çûne Amerîkayê
    Etîketan:
    bîranîn, derbe, leşkerî, hişyarî, Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de