23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Polîsên Iraqê û Pêşmerge li Kerkûkê

    Trump: Em Pêşmerge û leşkerê Iraqê pîroz dikin

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 5410

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rizgarlkirina bajarê Mûsilê got: "Em êşa Pêşmerge û leşkerên Iraqê ji bo xilaskirina welatê xwe bi qehremenî şer kirin parve dikin."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rizgarlkirina bajarê Mûsilê got: "Em êşa Pêşmerge û leşkerên Iraqê ji bo xilaskirina welatê xwe bi qehremenî şer kirin parve û pîroz dikin. Qedandina rêxistina terorîst a DAIŞê hindik ma û dê Iraq û Sûriye ji terorîstan were paqijkirin."

    Donald Trump di berdewamiya daxuyaniya xwe ya nivîskî de ji bo rizgarkirina Mûsilê pîrozbahî li Serokwezîr Heyder Ebadî û artêşa Iraqê kir û got: "Em şîna bi hezaran xelkê Iraqê yê ji aliyê DAIŞê ve bi hovî hat qetilkirin û bi milyonan iraqiyên ji ber DAIŞê êş kişandin dikin. Em êşa Pêşmerge û leşkerên ji bo xilaskirina welatê xwe bi qehremenî şer kirin parve dikin û em fedakariyê wan pîroz dikin."

    Trump di dirêjiya nivîskî de got: "Ji bo ku Amerîka hevalê hêzên ewlekariya Iraqê ye serbilind e. Di 6 mehên serdema ewil a serokatiya min de mijara têkoşîna dijî DAIŞê gelekî bi pêş ketiye."

    Bi heman mijarî:

    ‘Haya Trump ji hevdîtina kurê wî û parêzerê rûsî tune bû'
    Rûsya: Em di pêşnîyara Trump a ‘koma xebatê’ de ne bi israr in
    Pûtîn û Trump 40 deqîqeyê xwe yê pêşî ji çi re veqetandin?
    Nûnerê Trump: Em hurmetê ji biryara gelê kurd re digirin
    Îvanka Trump di Lûtkeya G20ê de li şûna bavê xwe rûnişt
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê Pêşmerge û leşkerê Iraqê pîroz kir, Donald Trump, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de