13:26 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Fermandarê Amerîkî Stephen Townsend

    Koalîsyon: Serkeftina Mûsilê DAIŞê xelas nake, şerekî girantir li ber me ye

    © AFP 2017/ BRENDAN SMIALOWSKI
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Fermandarê Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Korgeneral Stephen Townsend li ser piştî 3 salan rizgarkirina bajarê Mûsilê yê Iraqê ji destê DAIŞê kêfxweşîya xwe anî ziman û got, ‘Şerekî girantir li ber me ye.’

    Townsend di daxuyanîya nivîskî ya pîrozkirina serkeftina rizgarkirina Mûsilê de ragihandina serkeftina Mûsilê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve, bi kêfxweşî pêşwazî kir û hêzên Iraqî ji ber pêşveçûna li hemberî DAIŞê pîroz kir.

    Berdevkê Hevpeymanîyê bal kişand ser ku hîn xebatên paqijkirina teqemenîyên li nav taxan û milîtanên DAIŞê yên xwe veşartine berdewam dikin û piştrast kir ku Mûsil bi temanî ketiye destê artêşa Iraqê.

    Townsend di daxuyanîya xwe de alîkarîya hêzên Pêşmerge di şerê rizgarkirina Mûsilê de bi bîr xist û got, "Lê belê bala xwe bidin ser ku ev serkeftin dawîya DAIŞê nayîne û li ber me şerekî hîn girantir heye. Lê helbet ji dest dane yek ji paytexta cêwîk û xilafeta xwe ya xwedêgiravî, ji bo wan darbeyeke mezin e. Mûsil hem ji artêşê şerekî mezin bû û ji bo hevpeymanîyê jî şerekî dijwar bû. Hevpeymanî vê serkeftinê pîroz dike û pê serbilind e ku ligel şirîkên xwe yên Iraqî ye."

    Generalê Amerîkî destnîşan kir ku DAIŞ hîn jî li gelek deverên Iraqê hebûna xwe diparêze û dê hevpeymanî li dijî rêxistinê bi Iraqê re be.

     

    Bi heman mijarî:

    Tillerson fedekarîya Pêşmerge û artêşa Iraqê pîroz kir
    Helgurt Xidir: Heşda Şebî li Başîkê 3 Pêşmerge desteser kirin
    Pûşkov gotinên Psakî yên derbarê ‘defika Pûtîn’ de şîrove kir
    Ji Îranê helwesta referandûmê: Nabe mijara nîqaşê
    Rûsya: Em di pêşnîyara Trump a ‘koma xebatê’ de ne bi israr in
    Zanyar: Wê hişkayîya Rojhilata Navîn 10 hezar salan dewam bike
    Îmamên li Brukselê li dijî terorîzmê çalakî li dar dixin
    Ziyana şer a li ser aborîya Sûrîyê 226 milyar dolar e
    Sekreterê NATOyê daxwaza berdewamiya mueyîdeyên li ser Rûsyayê kir
    Etîketan:
    Iraq, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de