14:07 26 Îlon 2017
Zindî
    John McCain

    Senatorê amerîkî McCain: Em li Afxanistanê winda dikin

    © AP Photo/ Kevin Hagen
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Senatorê Arizonayê yê Komarparêzan ê amerîkî John McCain polîtîkayên derve yê welatê xwe di bernameyeke televîzyonê de nirxandin. Senatorê amerîkî, "Em li Afxanistanê winda dikin, niha tu stratejiya me tine ne, di mijara stratejiya Afxanistanê de gelek tevlîhevî li Qesra Spî hene."

    Senatorê Arizonayê û Serokê Komîteya Xizmeta Çekên Senatoya Amerîkayê McCain roja yekşemê beşdarî bernameya bi navê 'Face the Nation' ya televizyona CBSê bû.

    ‘STRATEJIYEKE ME TINE NE'

    McCain bersiva pirsa pêşkeşvan John Dickerson ya "Hûn demek berê li Afxanistanê bûn. Çavdêriyên we yên li wir çawa ye?, "Stratejiyeke me tine ne û em winda dikin. Eger hûn nikarin têk bibin, hûn winda dikin. Artêşa Neteweyî ya Afxanistanê windahiyên mezin didin. Dê stratejiyeke me yê nû hebe."

    ‘SEROK, JI GELÊ AMERÎKAYÊ RE DIVÊ BIBÊJE EM LI WIR BISERKEVIN, BÊJE 11ê ÎLONÊ JIBÎR NEKIN'

    McCain, "Em hemû pirsgirek çine dizanin. Pirsgirek li Qesra Spî ye û wiha pê de çû:

    "Divê bi hev re tevbigerin û stratejiyeke nû eşkere bikin. Divê navberî de ev ji aliye Serok ve were kirin. Ji gelê amerîkayê re bibêje, divê em li vir biserkevin. Mixabin divê mijarê de tevlîheviyeke mezin li Qesra Spî heye."

    Bi heman mijarî:

    McCain: Pûtîn ji DAIŞê talûketir e
    Şanda Kurdistanê bi McCain re civîya
    McCain ji bo bûyerên li ber balyoza Tirkiyeyê: Li klîpê binere, bes e
    McCain: Eger ez bûma, min ê balyozê tirk biqewranda
    McCain ji bo Sûriyê piştgirtiya Trump kir
    Etîketan:
    têkbirin, Televizyona CBSê, John McCain, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de