18:45 22 Çile 2018
Zindî
    Hacker

    Bi dehan hacker ketin nav îstgeha ‘Volf-Krîk’ a Amerîkî

    © Foto: Pixabay
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Ajansa Blumberg ragihand ku li gor pêşbiniyan, hakerên ku bi hikumetên biyanî ve girêdayî ne, bi dehan torên komputerên îstgeyên atomê yên Amerîkî di nav de îstgeha `Volf -Krîk` ya Kanzasê dereve kirine.

    Ajansa ku xwe dispêre çavkaniyên ku nêzî lêkolîna buyerê ragihand, ku tawanbarê sereke yê êrîşên sîber, dewleta Rûsya tê hesab kirin.

    Tevî wê, rayedarên fermî di Encumana ewlekariya netewî, ofîsa dîrektorê îstixbarata netewî û wezareta navxweyî şîrovekirina bûyerê red kirin.

    Pisporên di warê êrîşên sîber ji alî xwe ve ragihandin ku di destê wan de ti delîl tune ne ku ekîbek yan dewletek êrîşên navborî pêk anîne.

    Li gor gotinên nûnerê îstgeha atomê, haker her wiha ketine nav tora şîrketa rêvebir. Siyasetmedarên Rojavayê pir caran hakerên Rûsyayê bi pêkanîna êrîşên sîber tawanbar dikin, lê tevî wê jî ti delîlên ku van sucan îspat dikin diyar nakin.

    Heman tawan ji alî nûnerên partiya Demokrat ya DYA herwiha serokê nû hilbijartî yê Fransayê Emanuel Makron hatibûn kirin.

    Rûsya gelek caran tawanên saziyên taybet yên Amerîkayê ya hewildana bandorkirina li ser hilbjartinên DYA red kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    Civaknasan li ser seroktiya malbatên Rûsyayê lêkolînek pêk anî
    ‘Amerîkayê qebûl kiriye ku Esad li desthilatê bimîne'
    2 eşîrên Kurd di maça futbolê de bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
    ‘Îsraîl dixwaze ku herêmên kêmkirina rageşiyan li başurê Sûriyeyê Amerîka kontrol bike
    Li Silêmaniyê mamosteyek piştî nimêja Înê hat kuştin
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    'Rûsya û Amerîkayê li ser agirbesta Sûriyeyê li hev kirin'
    Etîketan:
    Hacker, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de