22:38 27 Gulan 2018
Amerîka - Ala Amerîkayê

Amerîka konsolxaneya xwe ya li Hewlêrê mezin dike

© Sputnik / Natalya Seleverstova
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku avahiya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê mezin dikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku çêkirina avahiya konsulxaneya nû, dane şirketa ‘BL Harbert Internationalê.'

Herwiha wezaretê eşkere kir ku konsulxane ji çend beşan pêk tê; avahiya erkên dîplomasiyê, cihê hêzên deryayî yên Amerîkayê (Marines) û cihê mayîn û pêwîstiyên dîplomatan.

Ji sala 1999an ve ofîsa çêkirina avahiyên derve ya Wezareta Derve ya Amerîkayê 137 avahiyên dîplomasiyê temam kirine. Herwiha dîzaynên 48 projeyên din jî hatine çêkirin û hin ji wan niha têne avakirin.

Amerîka di sala 2011an de li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, konsulxaneya xwe ya vekir.

Bi heman mijarî:

CNN: Nêzî 150 îstîxbaratkarên rûsî li Amerîkayê hene
Amerîkayê bertek nîşanî Îsraîlê da: Avakirina înşaetên nû aştiyê asteng dike
Rûsyayê ji bo hevdîtina bi Amerîkayê re şert danî: Ne şerê Şamê yê DAIŞê bikin
Heta niha Amerîkayê 7 baregehên leşkerî li Rojava vekirine
‘Tirkiye li Efrînê bi Rûsyayê re li hev bike guhdariya Amerîkayê nake û dê operasyon bibe'
Etîketan:
mezin, konsolxane, avahî, Wezareta karên derve ya Amerîkayê, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de