01:09 24 Mijdar 2017
Zindî
    Avakirina înşaetên nû ji bo cihûyan

    Amerîkayê bertek nîşanî Îsraîlê da: Avakirina înşaetên nû aştiyê asteng dike

    © AP Photo/ Bernat Armangue
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Berdevka Wezareta Derve yê Amerîkayê Heather Nauert ji bo biryara avakirina înşaetên nû ya ÎsraÎlê rexne girtin û ragihand ku em vê biryarê rast nabînin û ev li pêşiya aştiyê dibe asteng.

    Berdevka Wezareta Derve yê Amerîkayê Heather Nauert ji bo biryara avakirina înşaetên nû ya ÎsraÎlê rexne girtin got: "Biryara avakirina înşaetan dibe li pêşiya aştiyê bibe asteng û em ê vê wek tiştekî pêşeng bidomînin."

    Heather Nauert di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em bi ti awayî biryara Îsraîlê rast nabînin. Helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump div ê mijarê de gelekî zelal e û peyama wî neguheriye. Avakirina înşaetan rêya aştiyê digire."

    Komîteya Plansazî û Înşaetê ya Şaredariya bajarê Qudsê ku bi Îsraîlê ve girêdayî ye li 3 herêmên niştecihên cihûyan biryara avakirina 800 avahiyên nû dabû.

    Bi heman mijarî:

    Pisporê îsraîlî: Pêwistiya Îsraîlê bi Kurdistana serbixwe heye
    Serokwezîrê berê yê Îsraîlê hat berdan
    Cihûyên Kurdistan û Îsraîlê: Îsraîl bi xurtî piştgiriyê dide Serxwebûna Kurdistanê
    Haley: NY zorîyê li Îsraîlê dike
    Îsraîl: Krîza Qeterê ji bo Îsraîlê firsendeke gelekî mezin e
    Etîketan:
    Ji Amerîkayê bo Îsraîlê bertek, Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê, Heather Nauert, Quds, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de