22:14 24 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson

    Tillerson: Em amade ne herêmên ji firînê re qedexe bi Rûsyayê re gotûbêj bikin

    © REUTERS/ Joe Skipper
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Wezîrê Derve yê DYAyê Rex Tillerson diyar kir, eger di civîna Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYAyê Donald Trumpî ya bajarê Hamburgê yê Almanyayê de bingehekî hevbeş peyda bibe, amade ne ku herênên ji firînê re qedexe gotûbêj bikin.

    Tillersonî li ser civîna Trump û Pûtînî ya ku dê li lûtkeya G20ê ya bajarê Hamburgê Almanyayê de pêk were axivî û diyar kir ku DYA amade ye bi Rûsyayê re mijarên hevkariyê gotûbêj bike ku herêmên ji firînê re qedexe li Sûriyeyê, hevahengiya şandina alîkariya mirovî û çavdêrên agirbestê jî di nav wan de mijaran de ne.

    Wezîrê amerîkî got, " eger herdû welat li ser erdê ji bo dabînkirina istiqrarê bi hev re bixebitin, ev rewş dê bibe bingehek daku li di siberoja siyasî ya Sûriyeyê de bipêşketinek pêk were."

    "MESLEYA SÛRIYEYÊ DÊ GIRINGITRÎN MIJAR BE"

    Herwiha Tillersonî teqez kir ku meseleya Sûriyeyê dê mijara sereke be di civîna bajarê Hamburga Almanyayê de ku di navbera Serokê DYAyê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de di çarçoveya G20ê de pêk were.

    "BERPIRSYARIYEKE TAYBET A RÛSYAYÊ HEYE"

    Ji aliyê din ve, Tillersonî destnîşan kir ku têkoşîna li dijî DAIŞê ya li Sûriyeyê di xaleke gelekî giring de ye û wiha pê de çû: " Divê hemû alî li Sûriyeyê istiqrarê dabîn bikin. Eger li Sûriyeyê istiqrar pêk neyê, dibe pêvajoya me ya têkbirina DAIŞê negihê serî. Ji aliyê din ve, divê alî li ser pêvajoyeke siyasî bixebitin ku rêya dabînkirina çareseriyekê li ber gelê Sûriyeyê veke."

    ​Tillersonî îdîa kir ku rola Rûsyayê di boçûna wî welatî de heye û wiha nirxand: "Berprisyariyeke taybet a Rûsyayê heye daku di vê xalê de piştgiriyê bide van xebatan."

    "DYA DIKARE HEVAHENGIYÊ BI RÛSYAYÊ RE DABÎN BIKE"

    Wezîrê amerîkî teqez kir ku li gel nakokî di navbera DYA û Rûsyayê de hene jî, potansiyela Rûsya û DYAyê heye ku gavên li Sûriyeyê diavêjin kordîne bikin û wiha pê de çû: "Li gel ku mercên tekûz ji bo pêkanîna istiqrarê peyda nebin jî lê divê em hemû ihtimalan bi kar bînin daku nehêlin DAIŞ û rêxistinên din ên terorê vejin."

    Tillersonî diyar kir ku divê Rûsya piştrast bibe ku pêdiviyên gelê Sûriyeyê tên dabînkirin û herêmên ji DAIŞê tên rizgarkirin jî, têxistinên neyasayî li wan deran bi cih nebin."

    "DIVÊ RÛSYA RÊ LI BER BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIGIRE"

    Derbarê çekên kîmyewî de jî, Tillersonî der birî ku berpirsyariya Rûsyayê heye ku rê li ber bikaranîna çekên kîmyewî bigire.
    Tillersonî diyar kir ku hevkariya pêkanîna damezirandina  "herêmên bêşer" li qada hewayî ya Sûriyeyê bi kêr tê li gek hebûna hinek kêşeyên biçûk û got ku ev tişt jî desntîşan dike ku bipêşketin di navbera herdû welatan de pêk tê.

    "ŞERÊ ME BI DAIŞÊ RE YE"

    Herwiha Tillersonî teqez kir ku şerê wan li dijî DAIŞê ye û bangî hemû aliyan kir ku "şerê hev nekin" û li gorî deverên diyarkirî yên "bêşerî û cuda" tevbigerin".

     

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Ereban Rûsyayê yek ji hêzên sereke li qada navnetewî dibîne
    Artêşa Rûsyayê, kontrola ji nedîve li Osetya ya Başûr da destpêkirin
    Peskov hêviyên Rûsyayê ji hevdîtina Pûtîn û Trump eşkere kir
    ‘Tirkiye li Efrînê bi Rûsyayê re li hev bike guhdariya Amerîkayê nake û dê operasyon bibe'
    Şirketa berê ya Tillersonî ExxonMobil ji mueyîdeyên Rûsyayê aciz e
    Ji Almanyayê spasî bo Rûsyayê
    Etîketan:
    valdîmîr pûtîn, Rex Tillerson, Donald Trump
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de