11:25 23 Hezîran 2018
Artêşa Amerîkayê

Generalê amerîkî: Divê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê were kirin

© AFP 2018 / JACK GUEZ
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Generalê amerîkî yê teqwitbûyî Ronald H. Griffith di gotara xwe ya rojnameya Washîngton Postê de ragihand ku divê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê were kirin.

Eleqeya referanduma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê ji terefê raya giştî ya navneteweyî ve zêde dibe. Derbarê referanduma Kurdistanê de nirxandinek jî ji generalekî amerîkî yê teqawitbûyî hat.General Ronald H. Griffith di gotara xwe ya rojnameya Washîngton Postê de ragihand ku piştgirîdana serxwebûna Kurdistanê ji bo ewlehiya herêmê gelekî girîng e.

‘DIVÊ AMERÎKA Û WELATÊN EWROPÎ PIŞTGIRIYA XWE BIDOMÎNIN'

Ronald H. Griffith di nivîsa xwe ya rojnameya Washîngton Postê de behsa dostanî û têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê kir û got: "Li Herêmê yek ji hevalbendên herî nêzîk ê Amerîkayê Herêma Kurdistanê ye."

General amerîkî di dirêjiya nivîsa xwe de referanduma Kurdistanê girîng nirxand û got: "Li Kurdistanê wê referanduma serxwebûnê were encamdan û divê piştgiriya wê were kirin. Hem Amerîka û hem jî welatên Yekîtiya Ewropayê piştî ragihandina serxwebûna Kurdistanê divê piştgiriya xwe bidomînin."

Bi heman mijarî:

Hikûmeta Kurdistanê topbarana Îranê şermezar kir
Kompanîya Imaratê li Herêma Kurdistanê petrolê derdixe
Şêwirmendê Trump: ‘Amerîka wê encama referadûma Kurdistanê qebûl bike’
Barzanî: Gelê Kurdistanê bi dîyalog û rêbazên aştîyane ber serxwebûnê ve diçe
Li Herêma Kurdistanê yek ji pirsgirêkên sereke tê çareserkirin
Herêma Kurdistanê: Em avê li ser Iraqê qut dikin
Etîketan:
Divê piştgirî li serxwebûna Kurdistanê were kirin, Generalê amerîkî yê teqawitbûyî, Ronald H. Griffith, Kurdistan, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de