14:45 23 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Amerîkayê

    ‘Amerîka li Rojhilata Navîn dikeve teqanê'

    © AP Photo/ Mindaugas Kulbis
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 6021

    Kovara leşkerî The National Interest ku navenda wê li Amerîkayê ye di gotareke xwe de ragihand ku Amerîka li Sûriyeyê her diçe dikeve nava şer û ji xeyrî fêdeyan rîskê wê mezin hene.

    Nivîskarê kovarê Doug Bandow di gotara xwe de ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ticarî nebû pisporê têkiliyên navneteweyî. Di dema kampanyeya hilbijartinê de qe nebe madeyeke bernameya polîtîkaya derve maqul xuya dikir. ‘Divê Amerîka xwe ji şerê bê wate yên li Rojhilata Navîn dûr bigire.' Digel vê rêvebiriya Trump her diçe li tevlî şerê Sûriyeyê dibe.

    ‘RÎSKA ŞERÊ ÎRAN, TIRKIYE Û RÛSYAYÊ HEYE'

    Doug Bandow di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: "Heke Amerîka di vî şerî de bi şeweyekî aktîf mudaxele bike, rîska ku bi Îran, Tirkiye û Rûsyayê re were beramberî hev û têkeve şer û pevçûnan heye. Digel ku ti metirsî li ser Washîngtonê tunebû jî Amerîka balafira şer a Sûriyeyê xist. AmerÎka hêdî hêdî dikeve nava vî şerî û ev gelekî talûke ye. Kongreya Amerîkayê ne li hemberî hikûmeta Sûriyeyê biryara şer ne daye û ne jî soza parastina îsyankaran daye."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em ji êrîşên Tirkiyê yên ser Sûriye û Iraqê gelekî bifikar in
    'Amerîka dixwaze li Sûriye û Iraqê dewlata kurd damezirîne'
    Sûriye: Tirkiye û Amerîka jî tê de, em ê li dijî destwerdanên leşkerî derkevin
    Sûriye: Çima Amerîka DAIŞê bombebaran dike, lê Rûsya nikare bike?
    Etîketan:
    Kovara leşkerî The National Interest, Doug Bandow, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de