11:07 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer

    Qesra Spî: Wê Amerîka deriyên pêwendiyê bi Rûsyayê re vekirî bihêle

    © AP Photo/ Evan Vucci
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 1840

    Amerîka piştî xistina balafira şer a Sûriyeyê ragihand ku di dema operasyonan de ji bo ihtîmala pevçûnê daxin asta herî kêm em ê bi hemkarên xwe yên rûsî re kanalên pêwendiyê vekirî bihelin.

    Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer di axaftina xwe de got: "Ji bo em berjewendiyên xwe biparêzin tiştê ji destê me were em ê bikin. Herwiha em ê bi rûsan re pêwendiya xwe jî bidomînin. Ji bo pirsgirêkên heyî û ihtîmala pevçûnê daxînin asta herî kêm vekirîmayîna kanalên pêwendiyan girîng û heyatî ye."

    Piştî ku koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike balafira şer a Sûriyeyê xist, Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku memoranduma pêşgirtina qezayan ku bi Amerîkayê re îmze kiribûn rawestandine. Li gorî wezaretê Amerîka berî êrişê kanala pêwendiyê bikar neaniye.

    ‘EM Û RÛSYAYÊ NE NÊZÎKÎ ŞER IN'

    Sean Spicer di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji xwe rewşa Sûriyeyê gelekî tevlî hev e, divê em vê rewşe tevlîhevtir nekin.DAIŞ ji bo hemû gelan tehdîd e û ji bo vê divê em bi şirîkên xwe re bixebitin. Ji bo vê em ê hewl bidin ku kanala pêwendiyan bi Rûsyayê re vekirî bihêlin."

    Spicer di pirsa rojnamevanekî ya gelo em bi Rûsyayê re nêzî şerekî germ dibin? bersivand û got: "Na, em û Rûsyayê ne nêzî şerekî germ in."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka ji bo tekoşîna terorê bangî Çînê kir: Piştgiriya koalîsyonê bikin
    Amerîka: Dema guherîna rejima Îranê hatiye
    Partiyên kurdî li Îranê: Plana Amerîka li hember Îranê zelal nîne
    Gelo Amerîka helwesta xwe ya li dijî Qeterê diguherîne?
    Pûtîn: Amerîka hertim mudexale li hilbijartinên Rûsyayê kir
    Etîketan:
    Têkiliyên navbera Rûsya û Amerîkayê, Berdevkê Qesra Spî, Sean Spicer, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de