22:19 28 Hezîran 2017
Zindî
    Balafir

    Amerîka ji bo tekoşîna terorê bangî Çînê kir: Piştgiriya koalîsyonê bikin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 1730

    Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo tekoşîna dijî terorîzmê bi taybetî jî li dijî DAIŞê bangî rêvebiriya Pekînê kir ku roleke aktîf bigire ser xwe.

    Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya berpirsyara Herêma Rojhilat û Pasîfîkê Susan Thornton beriya zîrveya ewlehî û dîplomasiyê ya navbera Amerîka û Çînê li Washîngtonê daxuyaniyek da rojnamevanan.

    ‘DIVÊ PIŞTGIRIYA KOALÎYONÊ BIKIN'

    Susan Thornton di axaftina xwe de got: "Çîn di tekoşîna dijterorê de roleke bi sînor dilîze. Em dixwazin Çîn gavekê biavîne û di tekoşînê de roleke mezin bilîze. Li vir berjewendiyên Çînê jî hene. Wekî mînak dikare pirgiriyeke aktîf bide koalîsyona dijterorê ku li Iraqê hatiye avakirin."

    Thornton di berdewamiya axaftina xwe de got: "Çîn niha ne perçeyekî koalîsyonê ye. Di navbera herdu welatan de wê civînek were lidarxistin û ev mijar jî dê were nirxandin. Em ê tiştê ku ew bikaribin bikin bînin rojevê. Hêvî dikin ku civîneke berhemdêr be."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em çavderiya liv û tevgereke awarte ya balafirên Çînê dikin
    Amerîka bi şandina S-400 û Su-35ên Rûsî bo Çînê ket metirsiyê
    Çînê ji bo THAADê bertek da Amerîka û Koreya Bakur: Dê hesabê vê bidin
    Amerîka: 'Artêşên Rûsya û Çînê bi me re ketine reqabetê'
    Etîketan:
    Bila Çîn piştgiriya koalîsyonê bike, Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya berpirsyara Herêma Rojhilat û Pasîfîkê, Susan Thornton, Çîn, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de