22:14 28 Hezîran 2017
Zindî
    PYD, YPG

    Wezîrê Amerîkî nameya çekên ku didin YPGê ji Tirkîyê re şand

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 6321

    Sererkanê Arteşa Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford ragihand ku Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Jim Mattis li ser çekên ku bo YPGê têne şandin nameyeke bi hurgilî ji Wezîrê Berevanîya Tirkiyê Fikrî Işik re şandiye.

    Dunford di xwarina Kluba Netewî ya Washingtonê de li ser nerazîbûna Tirkiyê ya ji bo şandina çekan bo YPGê/HSDê daxuyanî dan.

    AMERÎKA: EM NAXWAZIN PÊWENDÎYÊN BI TIRKÎYÊ RE XERA BIBIN

    Dunford li ser şandina çekan bo hêzên Kurdî diyar kir, pêwendîyên stratejîk yên bi Tirkiyê re berdewam dikin û wiha pê de çû: "Me ji wan re got mebesta me ew e ku em erka xwe bêyî têkilîyên bi Tirkiyê re xera bikin bi cî bînin. Lewma jî em bi tirkan rûniştin û ji bo xem û fikarên wan beralî bikin, me çarçoveyeke gelekî baş amade kir. Em di warê raporkirinê re şefaf in. Di cureyên çekên ku em didin de şefaf in û ji bo ku ew çekên em didin Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) werin kontrolkirin me mekanîzme ava kirin daku ji xeynî Reqqayê li cihekî din neyên bikaranîn. Lewma jî ev mijar bo me gelekî girîng e û mijareke stratejîk e. Em hay ji vê hene."

    DANÛSTANDINÊN LI SER ŞANDINA ÇEKÊN BO YPGÊ BERDEWAM DIKIN

    Dunford herwiha da zanîn ku Wezîrê Amerîkî Mattis û Wezîrê Tir Işik li ser çekên bo YPGê têne şandin hevdîtinan berdewam dikin û ew jî bi Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar re bi awayekî rêkûpêkî danûstandinê dike.

    Sererkanê Amerîkayê Dunford bal destnîşan kir ku dê Mattis bi hevkarê xwe yê Tirk re hefteya pêşîya me li Ewropayê hevdîtinê bike û got, "Pêncşeme borî jî (Jim Mattis) ji hevpîşeyê xwe yê Tirk re ji bo agahdarîya rêkûpêkî nameyeke bi hurgilî nivîsand."

     

    Bi heman mijarî:

    ENKS: 100 Kurdên Efrînê li derîyê sînor hatin girtin
    Hejmara miriyên şewata Londrayê derket 79an
    Barzanî: Biryara referandûmê bêveger e
    YEyê li ser referandûma Herêma Kurdistanê helwesta xwe eşkere kir
    Erebistana Siûdî 3 leşkerên Îranê desteser kir
    Wezîrê Parastina Amerîkayê Mattis û Fikri Işik dê hevdîtin pêk bînin
    Kosaçev: Dibe koalîsyon li Sûrîyê provokasyonan bidomîne
    Leşker gundiyên desteserkirî 15 saetan li nav erdan radiwestînin
    Rojnamevanê kurd di encama teqîna bombeyê de can da
    Etîketan:
    HSD, YPG, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de