11:07 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Keştiya şer a USS Fitzgerald

    Cesedê 7 leşkerên amerîkî hatin deranîn

    © REUTERS/ Toru Hanai
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 7320

    Destroyera USS Fitzgeraldê du roj berê li qeraxê Japonyayê bi keştiyeke bar re li hev qelibî bû. Piştî qezayê 3 kes birîndar û 7 leşker jî windayî bûn.

    Destroyera USS Fitzgeraldê du roj berê li qeraxê Japonyayê bi keştiyeke bar a Filipînê bi navê ACX Crystal re li hev qelibî bû û paşî motora keştiyê sekini bû. Keştiya şer a amerîkî bi alikariya keştiyên din veguhestibûn limana Yokosukaya Japonyayê.

    7 LEŞKER WINDAYÎ BÛN

    Li gorî daxuyaniyên fermî piştî qezayê kaptanê destroyere jî di nav de 3 kes birîndar û 7 leşker jî winda bibûn. Îro cenazeyê 7 leşkerê amerîkî yên windayî hatin deranîn.

    Keştiya şer a USS Fitzgerald 10 hezar ton giran, 154 metroyan dirêj e û 330 muretebatê wê hene.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Konsulxaneya Amerîkî bo Stenbolê hişyarîya terorê da
    Koreya Bakur xwendekarê Amerîkî yê girtî berda
    Pûtîn şaşiyên mezin ên siyasetmedarên amerîkî eşkere kir
    Ji wezîrê amerîkî daxuyaniya krîzê: Divê em rêyeke navîn bibînin
    Derhênerê amerîkî Stone: Min dikarî bû her pirsê ji Pûtîn bikim
    Etîketan:
    Cesedê 7 leşkerên amerîkî hatin deranîn, Destroyera USS Fitzgerald, Japonya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de