18:53 21 Hezîran 2018
ABD- Virginia- Silahlı saldırı

Li Amerîkayê êrişa çekdarî: Endamekî Kongreyê birîndar bû

© REUTERS / Joshua Roberts
Amerîka
Lînkê kurt
0 20

Li eyaleta Virginiayê ya Amerîkayê di encama êrişekî çekdarî de endamê Kongreyê Steve Scalise birîndar bû.

Li gorî nûçeya Huffington Postê li bajarê Alexandria ya eyaleta Vinginyayê êrişî antremana beyzbolê ku siyasetmedarên Komarparêz jî beşdar bibûn, kirine. Hate ragihandin ku di êrişê de 5 kes birîndar bûne, yek ji birîndaran endamên Kongreyê Steve Scalise ye.

​Departmana Polêsên Alexandriayê dauxuyanî ji ser twittirê ve da û diyar kir ku kesên birîndar bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê. Piştre jî êrişkar hatiye desteserkirin.

​Berdevekê Koşka Spî Sean Spicer jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Hem Serok û hem Cîgirê Serok jî bûyera Virginiayê agahdar in. Em ji dil û can ve ligel kesên ku bûyerê bandor li wan kiriye ne."

TRUMP: BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ LÊ BI TEMEMÎ DÊ BAŞ BIBE

Piştre jî Trump ji ser twittirê ve peyamek weşand û got: "Saclise dostekî rastegîn û welatparêz e, "Saclise giran birîndar bû, lê bi temamî dê baş bibe. Fikrên me û dia yên me pê re ne."

Bi heman mijarî:

Balyozê Qeterê yê Amerîkayê îstîfa kir
Serokê rûhanî yê Îranê Xamaney: Amerîkayê DAIŞê ava kir
Amerîkayê ji Rûsyayê xwest, rojnamevanên nehatine binçavkirin berde
Ji Amerîkayê bo Siûdî hişyarîya terorê
Pûtîn, geşedanên di siyaseta Amerîkayê de şîrove kir
Etîketan:
çekdarî, êriş, Huffington Postê, Steve Scalise, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de