14:50 21 Tebax 2017
Zindî
    Donald Trump

    Li Trump doza binpêkirina destûrê hat vekirin

    © AFP 2017/ Nicholas Kamm
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 421

    Dozgerên Amerîkî bi hinceta binpêkirina destûra bingehîn Amerîkayê doz li Serokê Amerîkayê Donald Trump vekirin.

    Reutersê ragihand ku serdozgerê eyaletaya Washington D.C. Karl A. Racine û serdozgerê eyaleta Marylandê Brian E. Frosh, bi hinceta ku Trump berjewendîyên şexsî û civakî ji hevdu cuda nekirine, ji hikûmetên biyanî pere standine û qanûnên destûra Amerîkayê binpê kirine doz li Serokê Amerîkayê vekirin.

    Di doza li Trump hatiye vekirin de wek hincetên sereke piştî hilbijartina seroktîyê jî xwedîtîya xwe ya şirketên xwe berdewam dike ku yek mînaka wê jî Trump International Hotel a li nêzîkî Koşka Spî tê nîşandan.

    Serdozgerên Amerîkî difikirin ku Trump hîn jî kompanîyên xwe li gor berjewendîyên xwe yên şexsî bikar tîne û ji pêwendîyên bi welatên din jî ji bo karê xwe sûdeyê distîne.

    BHARARA: JI BO DOZVEKIRINA LI TRUMP TÊRA XWE DÊLÎL HENE

    Serdozgerê berê yê New Yorkê Preet Bharara ku ji alîyêr rêveberîya Trump ve hatibû jikarxistin jî di bernameyeke televizyonê de diyar kiribû ku ji bo dozvekirina li Trump têra xwe delîl hene.

    Bharara herwiha ji bo îfadeyên Dîrektorê berê yê FBIyê James Comey ku ji kar hatibû dûrxistin jî gotibû, "Gelek kesên wekî min difikirin ku wî derew nekirine."

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya hemû xazê sarîn ên di destê xwe de îmxa kir
    Li Mêrdînê qeza: 2 kes mirin 13 kes jî birîndar bûn
    Cihûyên Kurdistan û Îsraîlê: Îsraîl bi xurtî piştgiriyê dide Serxwebûna Kurdistanê
    Osman Baydemir: Dê me jî biavêjin zindanê
    Enqere di derbarê referandûma Herêma Kurdistanê de daxuyanî da
    Yûnanistan: Bila Tirkiye mafên dide kurdan û yên ji Qibrisê re dixwaze, bide ber hev
    Li 25 herêmên Colemêrgê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Etîketan:
    Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de