07:53 18 Kanûn 2017
Zindî
    Rex Tillerson

    Tillerson: Qeter di mijara terorîzmê de divê gavên zêdetir biavêje

    © AP Photo/ Evan Vucci
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 30

    Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson civîneke çapameniyê di derbarê krîza Qeterê de li dar xist û bangî xwînsariyê li aliyan kir.

    Tillerson di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku Amerîka rageşiya li herêmê naxwaze zêde bibe û bo xwînsariya polîtîkayên li ser Qeterê, bangî Erebistana Siûdî, Misir û Mîrektiya Ereban kir.

    Li gorî ragihandina Dengê Amerîkayê Tillerson destnîşan kiriye ku Emîrê Qeterê gavên girîng di mijara kêmkirina finansmana terorî avêtiye, lê divê ev yek zêdetir bên kirin.

    Wezîrê amerîkî, eşkere kiriye ku Amerîka hêvî dike bo gavên kêmkirina rageşiyên li Kendavê bên avêtin.

    ‘BANDORA NEYÎNÎ LI TÊKOŞÎNA DIJÎ DAIŞê DIKE'

    Tillerson ragihand ku krîza Qeterê bandoreke neyînî li têkoşîna dijî DAIŞê dike û got: "Krîz encamên ku ji bo mirovahiyê nayên xwestin daye. Geşedanên dawî bandoreke neyînî li aboriya herêmê jî kiriye."

    Bi heman mijarî:

    Trump: Di serdana min ê Rojhilata Navîn de serokan Qeter destnîşan kiribû
    Qeter: Me dijminahiyek bi vî awayî nedîtiye
    Qeter: Me ti hêzên taybet ji bo parastina Erdogan neşandine Tirkiyeyê
    Qeter piştgirî da Trump
    Qetar: Em xwe teslîmî ti kesî nakin û dev ji siyaseta xwe jî bernadin
    Qetar û Tirkiye çi pêşniyar li Esma Esad kirin?
    Etîketan:
    geşedan, DAIŞ, terorîzm, krîz, Rex Tillerson, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de